Ji HUDA PARê ji bo mirovên ku di lehîya li Hewlêrê de rehmet kirin peyama sersaxîyê
HUDA PARê ji bo mirovên ku li Hewlêrê ji ber lehîyê canê xwe ji dest dan li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî ya Xê peyameke sersaxîyê parve kir.
Ev bû çend roj in li Hewlêrê baran tesîrdar e û doh li peytexta Herêma Kurdistanê lehîyek rabû û bû sedema candayînan.
Barana zêde li Hewlêrê bû sedema mirinê û gelek cîh jî zerarê dîtin.
Di encama lehîya ku pêk hat de du kesên ku yek ji wan zarokek 5 salî bû canê xwe ji dest dan.
Temsîlkarê Hewlêrê yê HUDA PARê jî li ser bûyerê daxuyanîyek parve kir. Di daxuyanîyê de ji bo malbatên mirovên ku canê xwe ji dest dane sersaxîyê xerst.
HUDA PARê di daxuyanîya xwe de îfade kir ku “Em wek HUDA PAR, Jan û xema Hewlêr jana xwe dibînin. Maddî, me'newî her tişkî ku bikeve ser milê me em jê re amade ne.”
Daxuyanîya HUDA PARê weha ye:
“Li Hewlêr ji ber barana bi şiddet û zêde lehî rabûn. Li gelek cadde, kuçe û mihelleyan gelek dukan û mal û 'erebe dibin avê de Man, du kesan jî wefat kirin.
Em wek HUDA PAR, Jan û xema Hewlêr jana xwe dibînin. Maddî, me'newî her tişkî ku bikeve ser milê me em jê re amade ne.
Ji bo kesên wefatkirî em ji Rebbê 'Alemê rehmê dixwazin, ji bo malbata wan jî sebr û metanetê dixwazin.
Bi giştî ji bo xelk û hukûmeta herêmê jî selametî, sersaxî û li hember felaketan serkeftinê dixwazin.”
Li Hewlêr ji ber barana bi şiddet û zêde lehî rabûn. Li gelek cadde, kuçe û mihelleyan gelek dukan û mal û 'erebe dibin avê de Man, du kesan jî wefat kirin.
— HÜDA PAR Erbil (@hudapar_erbil) 9 Kasım 2026
Em wek HUDA PAR, Jan û ğema Hewlêr jana xwe dibînin. Maddî, me'newî her tişkî ku bikeve ser milê me em jê re amade ne.… pic.twitter.com/2dKIhmpu4g
(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navenda Edeneyê di mezinahîya 4.6an de erdhejek rûda.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Rihayê di Kongreya Bajarê Rihayê ya partîya xwe de axivî û bal kişand divê mirovên ku dest dirêjîya malê êtîman dikin meqam, mewkî û partîyên wan çi dibin bila bibin werin darizandin.
Piştî barîna berfê ya ku ev bû çend roj e li bakur tesîrdar e, pileya germahîya bajaran jî daket bin sifirê.