HUDA PAR ji operasyonên ku beriya Civîna Bilind a NATOyê hatine lidarxistin re bertek nîşan da û got: "Di wijdanê raya giştî de pirs derketine holê"
Serokatiya Mafên Mirovan û Karûbarên Hiqûqî ya HUDA PARê ji ber operasyon û binçavkirinên hevdem ên ku beriya Civîna Serokan a NATOyê ya ku ew ê li Tirkîyeyê were lidarxistin, bertek nîşan da.
Beriya 36emîn Lûtkeya Serokên NATOyê ku ew ê li Tirkîyeyê were lidarxistin, Serokatiya Mafên Mirovan û Karûbarên Hiqûqî ya HUDA PARê derbarê operasyon, binçavkirin û girtinên li seranserê welat bi taybetî li Enqere û Stenbolê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
"Hedefgirtina kesên ku ji teref raya giştî ve bi nasnameyên xwe yên dînî têne naskirin, armanca operasyonan xistiye bin şibheyê"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku operasyonên ku beriya Civîna Lîderên NATOyê ya ku ew ê li Tirkîyeyê bê lidarxistin, di wijdanê raya giştî de pirsên cîddî derxistine holê û weha hat gotin, "Hedefgirtina kesên ku di raya giştî de bi nasnameyên xwe yên dînî, çalakiyên xwe yên akademîk û nêrînên xwe yên cuda têne nasîn, dem û armanca rastîn a operasyonan hêj bêtir nakokîdar kiriye."
"Wezîfeya dewletê ne afirandina tirsê ye, lê garantîkirina edaletê ye"
Daxuyaniya ku li dijî hêza nehevseng û neqanûnîyên ku di dema binçavkirinan de hatine bikar anîn protesto dikir, ev gotin dihewîne: "Ya xemgîntir ew e ku binçavkirin li hinek deveran bi şikandina derî û bi karanîna rêbazên ku bi prensîba rêjeyîbûnê re ne lihevhatî ne, hatine kirin. Di dewletek ku bi serdestiya hiqûqê ve tê rêvebirin de, tedbîrên prosedurî yên cezayî nikarin werin veguheztin nîşandana hêzê an taktîkek tirsandinê li dijî civakê. Wezîfeya dewletê ne afirandina tirsê ye, lê garantîkirina edaletê ye."
"Em pêkanînên ku dikarin di civakê de atmosfêreke tirsê biafirînin, erê nakin"
Daxuyaniyê wiha dewam kir, "Wekî ku me berê gelek caran diyar kiriye, em bi sebeba polîtîkayên ewlehiyê hedefgirtina kes û komên bi ramanên cuda, sepandina tedbîrên girtinê yên nehevseng û pêkanîna pratîkên ku dikarin di civakê de atmosferek tirsê biafirînin, qebûl nakin. Qanûn amûrek ji bo garantîkirina maf û azadiyan e, ne ji bo tepeserkirina ramanên cuda ye."
"Divê ev zîhniyet, ku dikare bibe sedema neheqiyên nû, di zûtirîn dem de were terikandin"
Daxuyaniya ku tekez li ser pêwîstiya devjêberdana helwest û pratîkên ku dikarin bibin sedema mexdûriyetê kir, bi van gotinan bi dawî bû:
"Em bang li rayedaran dikin ku rêzê li serweriya hiqûqê, texmîna bêgunehiyê, prensîba rêjeyî û mafê darizandinek adil bigirin; û em dubare dikin ku divê ew tavilê dev ji pêkanînên neqanûnî, rêbazên ku di civakê de tirs û zilmê diafirînin û vê nêzîkatiya ku dikare bibe sedema neheqiyên nû berdin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Çeşme ya Îzmîrê 36 koçberên ku di nav boteke lastîkî de hatin tespîtkirin, ji teref ekîbên Ewlehîya Sehlê ve hatin qefaltin.
Li Meletîyê qamyonek îtfaîyeyê ku ji bo midexeleya şewatekî bike derketibû rê qeza kir û qulipî. Di encama qezayê de 3 personelên îtfaîyeyê birîndar bûn.
Ekîbên Rêveberiya Daristanan, îtfaîyeyê û cendermeyan li ser agirê çiqilê ku li deverek daristanî ya navçeya Dîcle ya Dîyarbekirê derketiye, dixebitin. Hewldanên ji bo kontrolkirina agir berdewam dikin.