HUDA PAR: Ev zilma li dijî zarokên bêguneh nayê qebûlkirin

Bertekên li hember wêneyên çar zarokên di navbera 3 û 10 salî de li Dîyarbekirê berdewam dikin ku ji teref birayên xwe yên damarî ve îşkence li wan tê kirin û bi pisîya heywanan tên xwedîkirin.
Hat îddîakirin ku jineke Sûrî ya li navçeya Çinar a Dîyarbekirê dijiya, ji ber zextên ku lê dihatin kirin, mala xwe bi çar zarokên xwe re terikandiye û xwe spartiye Hetayê.
Tê îddîakirin ku zarokên 3, 6, 7 û 10 salî yên ku li malê mane, rastî zext û şîddetê hatine.
Hat îddîakirin ku zarok neçarî xwarina pisîya heywanan hatine kirin û ev wêne hatine tomarkirin û ji dayikê re hatine şandin.
Hat diyarkirin ku kesên di dîmenan de îşkence li zarokan dikin birayên wan ên ji damwrîyê bûn.
Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ragihand ku lêpirsînek li ser vê mijarê hatiye destpêkirin û her çar zarok jî hatine girtin bin parastinê.
Rêveberiya Bajarê Dîyarbekirê ya HUDA PARê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ev rewş nayê qebûlkirin û got, "Ev zilma li ser zarokên bêguneh nayê qebûlkirin!
Wêneyên çar zarokên emrê wan di navbera 3 û 10 salî de ku li Gundê Çakikaya yê navçeya Çinar a Dîyarbekirê ji teref dapîra wan û birayê wan ê ji damarî ve îşkence li wan tê kirin û bi pîsîya heywanan tên xwedîkirin, me hemûyan pir êşand.
Em vê muameleya nemirovane bi tundî şermezar dikin. Ev hovîtiya li ser zarokên bêguneh bi tevahî nayê qebûlkirin. Divê berpirsiyar bi awayên herî dijwar werin cezakirin û zarok bi lez û bez werin girtin û werin rehabîlîtekirin.
Wekî HUDA PAR, em ji raya giştî re radigihînin ku em ê vê mijarê bişopînin û zarokên me bêçavnebar nabin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê, daxuyand ku ji îro pê ve ew ê germahîya hewayê ji rojavayê dest pê bike û belavê seransaerê welat bibe. Wê li hinek herêman germahî heta 12 dereceyan derkeve ser germahîya demsalê.
Li navçeya Çinar a Dîyarbekirê, piştî ku hinek hesabên medyaya civakî û dezgehên medyayê wêneyên zarokên ku bi pisîya heywanan tên xwarin parve kirin, zarok ketin bin parastina dewletê û derbarê wan kesan de lêpirsîn hate destpêkirin.
Encamên Îmtîhana Saziyên Xwendina Bilind (YKS), ku bi mîlyonan xwendekar bi kelecan li bendê bûn, hatin eşkerekirin.