HUDA PARê ji bo Efxanistan û Pakistanê daxwaza aqilê selîm dike
HUDA PARê bang li hemû aliyan kir ku li Pakistan û Efxenistanê gavên ku her du gelên bira li dijî hev tînin û tovên dijminatiyê di navbera wan de diçînin, neavêjin.
Di daxuyaniyekê ku ji hêla HUDA PAR ve hat weşandin de, partîyê hişyarî da ku zêdebûna rageşiya di navbera Efxenistan û Pakistanê de ew ê bi kêrî planên herêmî yên hêzên emperyalîst were.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên artêşa Pakistanî yên li dijî Efxenistanê, ku bûne sedema mirina gelek sivîlan, kiryarên pir nîgeranker in ku aramiya nazik a herêmê xera kirine.
"Destwerdana leşkerî çareseriya fikarên ewlehiyê nîne"
Di daxuyaniyê de, ku tekez kir ku çek çareseriya pirsgirêkên di navbera Efxenistan û Pakistanê de nînin, her du alî ji bo diyalog û danûstandinê hatin vexwendin û wiha hate gotin: "Divê ji gavên ku du gelên bira li Pakistan û Efxenistanê li dijî hev derdixin û tovên dijminatiyê di navbera wan de diçînin dûr bisekinin. Ev zêdebûna talûke tenê wê bi destê hêzên emperyalîst ên ku qet naxwazin herêm baş bibe û aştî û serfiraziyê bi dest bixe, were lîstin. Erdnîgariya me, ku ji ber şer û dagirkeriya bi salan westiyayî ye, hewceyê ji nû ve avakirin û hevgirtinê ye, ne pevçûnên nû. Rageşî û êrîşên demdirêj ên ku ew ê xizmetê ji stratejiyên emperyalîst ên bêîstîqrarkirina herêmê re bikin, dê zirarên bêveger bidin her du welatan. Destwerdanên leşkerî ne çareseriya nakokiyên heyî û fikarên ewlehiyê ne. Divê hemî nakokî li ser maseya danûstandinê, li ser bingeha rêzgirtina dualî û diyaloga samîmî werin çareser kirin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Her çiqas berhevkirina genim û ceh li Dîyarbekirê li gelek herêman geşbîn be jî, cotkar dibêjin ku fîyetên kirînê yên kêm û lêçûnên zêde kêfa berhevkirinê di bin siya xwe de digirin.
Komeleya Karwana Hêvîyê ya li Rihayê kar dike, di çarçoveya hewldanên alîkariyê yên mehane de, vê mehê bi rêya bazara civakî dest bi piştgiriya bi sedan malbatên feqîr kiriye.
Vedat Karabulut, ku dema hewl dida ji Çemê Sarûm ê li navçeya Licê ya Dîyarbekirê derbas bibe, piştî ku ji aliyê çemê avê ve hat birin û winda bû, ev bû 6 roj in tu agahî jê nayê girtin.