Hejmara birîndarên di şewata li Meletîyê de gihîşt 19an
Hejmara qurbaniyên şewata li navçeya Darende ya Meletîyê gihîşt 19 kesan. Îtfaîyekî birîndar ji Meletîyê re hat sewqkirin.
Piştî şewata ku li Taxa Yeşiltaş a navçeya Darende derket û ji teref ekîban ve hate kontrolkirin, rewşa birîndaran zelaltir bû.
Li gorî agahiyan, di şewatê de 19 kes ji ber nefesgirtina dûmanê birîndar bûne. Ekîbên tenduristî birîndaran ji bo tedawîyê birine nexweşxaneyan. Hat ragihandin ku 17 ji birîndaran mêr û 2 jî jin in.
Piştî tedawîya ewil a li nexweşxaneyê, yek ji birîndaran, îtfaîye F.K. (42), ji bo muayeneyên din û dermankirina wî ji Meletîyê re hat sewqkirin.
Li gorî agahiyan, rewşa tenduristiya birîndarên din jî baş e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di 5emîn Kongreya Asayî ya HUDA PARê de li Entabê axivî û diyar kir ku armanca bingehîn a partiya wan bicihkirina edalet û heq û hiqûqê ye û got, "Doza me bicihkirina edaletê ye. Doza me ew e ku edalet li ser rûyê erdê serdest bibe."
Çalakiyên mehane yên parqê yên Tevgera Dawet û Ciwanan, ku her meh li deverên cûda yên Dîyarbekirê têne lidarxistin, vê carê li Parqa Roboskî ya li navçeya Kayapinarê pêk hatin.
Li navçeya Çarşamba ya Semsûnê, otobûseke taybet a giştî ku rêwiyan hildigirt, ji ber ku li xendeqê ket, 21 kes birîndar bûn.