Li Êlihê temamê hazirîyên ji bo bernameya “Mewlida Nebî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Cîhadê” dê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin, hatin temamkirin û bername bo coş û şahîyeke mezin dest pê kir.
Îro ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Êlihê bernameya Mewlida Nebî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Cîhadê” li Êlihê tê lidarxistin. Amadehîyên ji bo bernameyê tev qedîyan û cihê bernameyê û temamê bajêr bi pankart û afîşan hat xemilandin.Bernamaya ku li kêleka otogarê tê lidarxistin û li ser ekranên Rehber Tv û medyaya civakî zindî tê dayîn di seat 14.00an de dest pê kir.
Ji bo xelq karibe bi rihetî ji çar alîyê bajêr ber bi qadê ve were wesayîtên bêheq hatin eyarkirin.
Li qada bernameya Mewlida Nebî hat dîtin ji bo mêvan û ehlê bajêr birçî û bê av nemînin kermes hatiye vekirin û qada bernameyê bi al û bayraqên tewhîdê hatine xemilandin.
Her wisa li qadê hat dîtin ji bo zarokên windabûyî, kesên ku nexweş bikevin û ji bo îxtîyacên din ên însanan kon hatin danîn.
Bi hezaran kes beşdarî bernameya mewlidê ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Cîhadê” ya ku ku Qada Mîtîngê ya ku li kêleka otogarê tê lidarxistin bûn.
Ji bajêr û navçeyên derdorê jî gelek kes beşdarî bernameya Mewlida Nebî bûn. Bernama bi xwendina Quranê dest pê kir û bi xwendina mewlidê berdewam kir.
Di bernameyê de ew ê ji teref Mela Beşîr Şîmşekê Serokê Weqfa Evîndarên Pêxember û Berdevkê Platforma Nesla Quranê Mehmet Emîn Sutçu ve axavtinek bê kirin.
Ew ê bernama bi xwendina îlahî û ezgîyan berdewam bike û ew ê bi diaya ku dê bê kirin bi dawî bibe.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, ji bo Îbrahîm Reîsîyê Serokkomarê Komareya Îslamê ya Îranê ku di qezaya helîkopterê de wefat kiribû peyama sersaxiyê weşand.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber wefata Serokkomar û Wezîrê Derve yê Îranê sersaxî xwestin.
Di bihayên zêr de rabûn ji ber bûyerên li Rojhilata Navîn berdewam e.
Li Wanê ji 367 şikdarên ku ji sûcên cuda dihatin lêgerîn 22yê wan hatin girtin.