Barzanî û Fîdan bi hev re civîyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya Lûtkeya Avhewayê ya COP31 a li Antalyayê de bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re hevdîtinek pêk anî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, şeva borî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya. Di hevdîtinê de pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêjkirin.
Li gorî ku di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, her du aliyan tekezî li ser girîngiya pêşxistina hevkarî û diyalogê di warên cuda de kirin; her wiha pêwîstiya berdewamkirina hevahengiyê ji bo xurtkirina aştî, ewlehî û aramiya li herêmê piştrast kirin.
Di hevdîtinê de her wiha li ser çend mijarên din ên hevbeş ên ku her du aliyan eleqedar dikin, danûstandina ramanan hat kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li seranserê Tirkîyeyê ew ê hewayek ewr tesîrdar be. Tê texmînkirin ku germahîya hewayê ew ê ji nişkav de 3 pile û 5 pileyî derkeve ser germahîya demsalî.
Derheqê teqîna ku di febrîqeyek hesin û polan de li navçeya Alîaga ya Îzmîrê qewimîbû û 18 xebatkar canê xwe ji dest dabûn de tehqîqat hatibû destpêkirin, di encamê de 9 şikdar hatin girtin.
Li navçeya Suşehrî ya Sêwasê serwîsek karkeran û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 jê giran 16 kes birîndar bûn.