Balafireke perwerdeyê ya F-16 li Yalovayê ket xwarê
Li gorî agahiyan, balafireke perwerdeyê ya F-16 li Yalovayê ketiye xwarê. Piştî bûyerê gelek ekîb sewqî herêmê hatine kirin.
Balafireke şer a F-16 di dema firîna perwerdeyê de li Yalovayê ket xwarê.
Piştî bûyerê gelek ekîbên ewlehî û xelaskirinê ber bi herêmê ve hatin şandin.
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku balafireke F-16 a Fermandariya Hêzên Hewayî di dema firîna perwerdeyê de li Yalovayê ket xwarê.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Yek ji balafirên F-16 ên Hêza Hewayî ya me li Yalovayê di dema firîna perwerdehiyê de ket xwarê. Pîlotê me ji balafirê derket û sax ma. Sedema qezayê dê piştî lêkolînek berfireh were destnîşankirin. Ev yek bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi sedan zarok ji bo merasîma bidawîkirina bernameya perwerdehiyê ya ku ji hêla Evîndarên Pêxember ên Entabê ve bi dirûşmeya "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" hate organîzekirin, li Mizgefta Millet kom bûn.
"Qanûna li ser Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî", ku ji teref Meclîsê ve hat qebûlkirin, çarçoveya qanûnî ya pêvajoya "Tirkîyeya Bê Teror" ava kir.
Li Êlihê du mînîbûs li hev ketin, di encama qezayê de 9 kes birîndar bûn.