Bahçelî: Tirkîyeyek bê teror polîtîkaya dewletê ye
Serokê MHPê diyar kir ku rêziknameya ku di Meclîsê de hat qebûlkirin ji bo hevgirtina neteweyî û yekbûna civakî îradeyek xurt nîşan da û bang li milet kir ku li hember kesên ku dixwazin pêvajoyê bêrûmet bikin hişyar bin.
Bahçelî tekez kir ku armanca "Tirkîyeyek bê teror" polîtîkayeke dewletê ye û diyar kir ku bi "Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî" ya ku di Meclisê de hatiye qebûlkirin gaveke girîng hatiye avêtin. Wî her wiha got ku qebûlkirina qanûnê bi dengên 467 parlamenteran nîşan dide ku lihevkirinek berfireh li ser hevgirtina neteweyî heye.
Bahçelî diyar kir ku bîranînên malbatên mexdûr bi ti awayî jî nehatine xirabkirin û pêvajo bêyî danûstandinên veşartî, bi evîna neteweyî û baweriya bi biratiyê tê meşandin. Bahçelî li dijî provokasyonan hişyarî da û got ku ew ê fersendê nedin kesên ku dixwazin pêvajoyê bêrûmet bikin.
Bahçelî bi bîr xist ku ev qanûn efû nîne û diyar kir ku pêvajoyên lêpirsîn û darizandinê ew ê bi hemî encamên xwe yên qanûnî berdewam bikin û ev rêzikname rêziknameyeke qanûnî ya sînorkirî ye ku der barê pergala dadweriya cezayî û qanûna îdamê de ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şaxa Ciwanan a HAKSÎADê xelatên xwendekarên ku di qursên Quranê yên havînê de ku ji hêla Miftîtiyê Navçeya Dara Hênê ve hatine lidarxistin de serketî bûn, sponsor kir.
Li çarrêya Akademîya Şofêran a li ser rêya Êlih-Dîyarbekirê, di lihevqelibîna wesayît û qamyonekê de du jê giran çar kes birîndar bûn.
Li navçeya Erzîn a Hetayê, di qezaya trafîkê ku mînîbusek servîsê li qamyonekê qelibî de kesek mir û 14 kes birîndar bûn.