Serlêdanên pêşbaziya sîyerê ya Weqfa Evîndarên Pêxember dest pê kirin
Serlêdanên serdema nû ya Pêşbazîya Sîyerê ya kevneşopî, ya ku her sal bi beşdariya sed hezaran kesan ji aliyê Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin, bi dirûşma "Wî Bixwîne, Wî Bijî" îro dest pê kirin.
Serokê Komîsyona Pêşbaziya Sîyerê ya Weqfê Mehmet Emîn Sûtçû diyar kir ku amadehî temam bûne û weha got: "Em di serdemekê de derbas dibin ku hewcedariya mirovahiyê bi hînbûn û fêmkirina jiyana qasidê rûmetê Hezretî Muhammed (selat û selama Xwedê lê be), ku mînaka herî xweş e, roj bi roj zêdetir dibe. Wekî Weqfa Evîndarên Pêxember, ji bo ku em exlaqê Wî yê mînak bînin pêşberî hemû beşên civakê û bi taybetî ciwanan, û ji bo ku ew jiyana Wî bikin rêberê xwe, me amadekariyên xwe yên ji bo serdema nû ya Pêşbaziya Sîyerê temam kirin."
Sûtçû destnîşan kir ku pêşbazî wê xîtabî girseyeke fireh bike û weha berdewam kir: "Ji bo ku her kesê di nav civakê de bikaribe ji vê pêşbaziyê sûd wergire û bi jiyana Pêxemberê me (selat û selama Xwedê lê be) re bibe yek, pêşbaziya me wê îsal jî di çar kategoriyên cuda de bê lidarxistin."
Sûtçû ragihand ku îsal xelat hatine zêdekirin û got: "Ji bo beşdarên ku wê bikevin îmtîhanê, li gorî kategoriyan, di serî de umre, komputer, tablet, bisîklet, setên pirtûkan û gelek xelatên din ên dewlemend wê bên pêşkêşkirin. Her weha îsal hem hejmara xelatên umreyê derketiye 10an û hem jî ji bilî xelatên diyarkirî, bêyî ku li serkeftinê bê nêrîn, bi pişkavêtinê (qura) wê ji 40 kesan re xelata zêrê gram bê dayîn."
Di dawîyê de Sûtçû bang li hemû welatiyan kir û weha axivî: "Îro, em bawer dikin ku yekane çareseriya bêaramî û qeyranên li cîhanê di peyamên gerdûnî yên Hezretî Muhammed (selat û selama Xwedê lê be) de veşartî ye. Bi vê minasebetê, em bang li hemû gelê xwe yê ji 7 salî heta 70 salî, dê û bav, ciwan û zarokan dikin ku tevli vê pêşbaziya biwate bibin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevî ku li seranserê Tirkîyeyê mehek ji ser destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê re derbas bûye jî, kitêbên dersê hêna jî negihîştine xwendekarên ku li dibistanên navîn dersa bijarte ya Kurdî hilbijartine.
Ji bo nêzê 17 milyon xwendekar û 1,2 milyon mamosteyan sala perwerdeya 2026-2027an îro dest pê kir.
Nêzîkî 17 milyon xwendekar û 1.2 milyon mamoste wê sibê ji bo sala akademîk a 2026-2027an dest bi dersan bikin.