Heyecana îmtîhana LGS îro dest pê dike
Îmtîhana navendî ya di bin Sîstema îmtîhana Têketina Lîseyê (LGS) de wê îro di du rûniştinan de were lidarxistin.
Bi tevahî 1.022.658 xwendekar dê beşdarî îmtîhana ku ji hêla Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve, hem li Tirkiyê û hem jî li navendên derveyî welat tê lidarxistin bibin.
Îmtîhan, ku wê di du rûniştinan de were dayîn, dê di saet 09:30an de dest pê bike. Di vê rûniştinê de, xwendekar dê bi tevahî 50 pirsan ji dersên Tirkî, Dîroka Şoreşa Tirkiyê û Ataturkîzm, Çanda Dînî û Zanîna Exlaqî, û Zimanê Biyanî bibersivînin.
Rûniştina duyemîn dê saet 11:30an de pêk were û ew ê ji 40 pirsan ji warên matematîk û zanistê pêk were.
Encamên îmtîhanê wê di 10ê Tîrmehê de li ser malpera Wezareta Perwerdehiya Neteweyî werin eşkerekirin.
Pêvajoya hilbijartina lîseyê dê di navbera 13 û 24ê Tîrmehê de pêk were.
Encamên bicihkirinê û cihên vala yên mayî dê di 5ê Tebaxê de werin ragihandin.
Serlêdana veguhastinê û hilkolandina encaman dê di navbera 5 û 14ê Tebaxê de pêk were. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Karûbarên Perwerdehiyê yê HUDA PARê Yahya Ograş ji xwendekarên ku ew ê bikevin Îmtîhana Têketina Lîseyê (LGS) re serkeftin xwest.
Îmtîhana navendî ya di bin Sîstema Îmtîhana Têketina Lîseyê (LGS) de ew ê roja Şemiyê, 13ê Hezîranê, bi beşdariya bi tevahî 1.022.658 xwendekaran were lidarxistin. Encam wê di 10ê Tîrmehê de werin eşkerekirin.
Di çalakiyên ku ji hêla Weqfa Perwerdehiya Îdeal ve li dibistanên Dîyarbekirê têne lidarxistin de, xwendekar bi karanîna çavikên rastiya sanal Mizgefta Eqsayê di sê-alî de vedikolin; û xwendekar bi rêya çalakiyên cûrbecûr ên li dibistanan ji Quds û Mizgefta Eqsayê agahdar dibin.