17 milyon xwendekar diçin betlaneya 9 rojan
Nêzîkî 17 milyon xwendekar li seranserê Tirkîyeyê ji bo betlaneya xwe ya navîn a yekem a sala akademîk a 2026-2027an amadekariyan dikin.
Li gorî salnameya ku ji hêla Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ve hatiye ragihandin, xwendekar ew ê roja Înê (îro) beşdarî dersên xwe yên dawîn bibin.
Li gorî salnameya sala xwendinê ya 2026-2027an a Wezareta Perwerdehiya Neteweyî, betlaneya semestra yekem dê roja Duşemê 16ê Mijdarê dest pê bike û roja Înê 20ê Mijdarê bi dawî bibe.
Bi zêdekirina du dawiya hefteyên li betlaneya pênc rojî ya nîv-semesterê ya di navbera 16-20ê Mijdarê de, xwendekar dê bi tevahî 9 rojên betlaneyê hebin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Dibistanên ku girêdayê Wezareta Perwerdeya Netewîne, bi bidawîbûna betlaneya di navbera 16-20ê Mijdarê de ji nû ve ji nêzê 17 milyon xwendekaran re mazûvanîyê dikin.
Serlêdanên serdema nû ya Pêşbazîya Sîyerê ya kevneşopî, ya ku her sal bi beşdariya sed hezaran kesan ji aliyê Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin, bi dirûşma "Wî Bixwîne, Wî Bijî" îro dest pê kirin.
Tevî ku li seranserê Tirkîyeyê mehek ji ser destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê re derbas bûye jî, kitêbên dersê hêna jî negihîştine xwendekarên ku li dibistanên navîn dersa bijarte ya Kurdî hilbijartine.