Îşxalkeran li Şerîaya Rojava du zarok şehîd kirin
Hêzên îşxalker ên sîyonîst li Beyt Ummarê, li bakurê El Xelîlê, du zarok kuştin. Hamasê di bersiva êrîşê de banga zêdekirina berxwedanê li Şerîaya Rojava kir.
Li gorî agahiyan, hêzên îşxalker li herêma Beyt Umer a bakurê El Xelîlê gule li du kurên 16 salî, Baha Bilal Sabarna û Mihemed Mehmûd Ebû Ayyaş reşandine.
Li gorî medyaya herêmî, her du zarok di êrîşê de şehîd bûn û cenazeyên wan ji aliyê îşxalkeran ve hatin desteserkirin. Her wiha wan herêm wekî herêmeke leşkerî ya girtî îlan kirin.
HAMAS û Cîhada Îslamî derbarê êrîşê de daxuyanî dan
Di bersiva zêdebûna sûcên îşxalkerê sîyonîst de, HAMASê banga zêdekirina berxwedanê li bajar û bajarokên cûrbecûr ên Şerîaya Rojava kir, banga tolhildana xwîna şehîdan û parastina erd û cihên pîroz ji terora niştecihan û artêşa îşxalker kir.
Tevgerê diyar kir ku şehîdbûna zarokan a vê dawiyê li bajarokê Beyt Ummarê, li bakurê El Xelîlê, û her weha êrîşkariya îşxalker û niştecihên Şerîaya Rojava, ku erd, ciwan û zarokên wan hedef digirin, dê pabendbûna gelê Filistînê bi mafên xwe û biryardariya wan a li ser rêya berxwedanê xurt bike.
HAMAS tekez kir ku hedefgirtina zarok û ciwanan sûcekî hovane ye ku xwezaya hikûmeta îşxalker nîşan dide, ku ew wekî "hikûmeta kuştin û terorê" bi nav dike, û destnîşan kir ku ev polîtîkayên sîstematîk armanc dikin ku îradeya Filistînîyan bişkînin lê ew ê negihîjin armancên xwe.
Tevgerê tekez kir ku hewldanên dagirkeriyê yên ji bo tirsandina nifûsa Şerîaya Rojava bi rêya komkujiyên sîstematîk dê bi ser nekevin, û diyar kir ku xwîna şehîdan dê biryardariya Filistîniyan a hilbijartina berxwedanê li dijî îşxalkerî û niştecihan xurt bike.
Her wiha Tevgera Cîhada Îslamî diyar kir ku kuştina nû ya li El Xelîlê, li başûrê Şerîaya Rojava, di çarçoveya kiryarên terorîstî yên ji aliyê artêşa îşxalker û çeteyên niştecihbûnê ve hatine kirin de, înfazeke meydanî û sûcê şer e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Digel astengiyan, lêgerîn û qedexeyên ketinê jî, bi deh hezaran kes ji hemû astengiyên rejîma îşxalker derbas bûn û nimêja înê li Mizgefta Eqsayê kirin.
Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli ragihand ku bermahiyên balafira îtfaîyeyê ya ku li nêzî bajarê Senj ê Xirwatistanê ket xwarê hatine dîtin û balafirvanek canê xwe ji dest daye.
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed Hesen Şeybanî, ku bi serdaneke fermî li Îngilistanê ye, ala Sûrîyeyê li balyozxaneya welatê xwe li Londonê, ku ji sala 2013an ve girtî ye, bilind kir.