Îşxalkeran ketin gundewarên Deraayê û gelek ciwanên Sûrî desteserkirin
Televîzyona dewleta Sûrîyeyê ragihand ku îşxalkeran bi nêzîkî 10 wesayîtên leşkerî ketine gundê Abidîn li gundewarê rojavayê Deraayê û di dema serdegirtinê de gelek ciwan girtine.
Televîzyona dewleta Sûrîyeyê ragihand ku hêzên îşxalker îro danê sibê bi nêzîkî 10 wesayîtên leşkerî êrîşî gundê Abidîn li gundewarê rojavayê Deraayê kirin û çend xort girtin.
Her çend derbarê serdegirtinê de hûrgiliyên din nehatine parvekirin jî, hatiye destnîşankirin ku di rojên dawî de çalakiyên leşkerî yên hêzên îşxalker li herêmê zêde bûne.
Doh hêzên îşxalker li gelek gundên gundewarê Quneytrayê serdegirtin û lêgerînê pêk anîn û hate ragihandin ku balafirên îşxalker li herêmê firînên şer pêk anîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çapemenîya rejîma sîyonîst îddîa kir ku artêş ji bo şerekî mezin ê muhtemel li Lubnanê amadekariyan dike ku dikare çend rojan bidome.
Hamasê daxuyaniya hevbeş a ku ji aliyê wezîrên karên derve yên heşt welatan ve hat dayîn, pêşwazî kir û diyar kir ku helwesta şermezarkirina redkirina nexşerêya ji bo bicîhanîna plana Donald Trump ji aliyê rejîma sîyonîst ve girîng e.
Tevî peymana agirbestê li Xezzeyê, rejîma sîyonîst êrîşên xwe domandin, êrîşên hewayî û topxaneyî li ser taxa Tuffah û başûrê Xan Yûnisê kirin. Di êrîşan de gelek Filistînî birîndar bûn û xaniyek jî agir girt.