Êrîşa bêmirov a rejîma siyonîst li ser Xezzeyê: Filîstînîyek şehîd bû
Di êrîşên li rojhilatê Xezzeyê piştî ku ji teref quadkopterekî bi celebê "kamîkaze" yê rejîma siyonîst ve hate gulebarankirin de Filistîniyekî şehîd bû.
Çavkaniyên tendurîstîyê ragihandin ku nasnameya şehîdê Filistînî Mihemed Nasser Siyam e û êrîş li rojhilatê taxa Zeytûnê pêk hatiye.
Li gorî çavkaniyên herêmî, balafirên rejîma sîyonîst, li dijî hemû sozên agirbestê, êrîşên nû yên hewayî li ser taxên rojhilatê Şucaye û Tuffahê kirin. Di heman demê de, yekîneyên topxaneyên rejîmê bi topên dijwar êrîşî navçeyên rojhilatê Xan Yûnisê (di nav herêma ku wekî "xeta zer" tê zanîn) kirin. Helîkopterên dagirkeriyê jî li navçeyên sivîl ên li navçeyên rojhilatê bajêr gule berdan.
Beşa bakur a kampa penaberan a Bureij li navenda Xezzeyê jî bû hedefa topan, û di nav niştecihan de bû sedema panîkek berfireh.
Li gorî daneyên Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xezzeyê, rejîma sîyonîst di heyama 50 rojî de ji destpêkirina agirbestê ve 591 îxlalkirinan kirîye. Di encama van îxlalkirinan de 357 Filistînî mirine, 903 kes birîndar bûne û 38 kes jî bi awayekî keyfî hatine girtin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îxlalkirin 164 êrîşên rasterast, 25 êrîşên bejahî, 280 êrîşên hewayî û topxaneyî û wêrankirina 118 mal û avahiyên sîvîlan pêk hatine.
Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê tekez kir ku ev êrîş îxlalkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî ne û rejîma sîyonîst ji hemû encamên wê berpirsiyar girt. Di daxuyaniyê de ji Emrîka, navbeynkar û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hat xwestin ku ji bo rawestandina êrîşan gavên tavilê bavêjin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di du operasyonên cuda de li nêzî Ramallah û El Xelîlê sê leşkerên îşxalker birîndar bûn, hêzên rejîma sîyonîst du çalakvanan jî şehîd kirin.
Hejmara qurbaniyên lehî û hezazê li Endonezyayê gihîşt 604 kesan û tê ragihandin ku 464 kes jî winda ne.
Li bajara Cape Towna Efrîqeya Başûr balafirekî birçûk ket xwarê, di encamê de du kes mirin.