Zelenskî: Di êrîşa li ser Sûmiyê de çar kes hatin kuştin û 27 kes birîndar bûn
Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku di êrîşa asmanî ya Rûsyayê ya li ser bajarê Sumiyê de 4 kes mirine û 27 kes jî birîndar bûne.
Zelenskî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku artêşa Rûsyayê di şevê de navenda bajarê Sumîyê bi bombeyan hedef girtiye.
Zelenskî diyar kir ku êrîşê binesaziya sivîl hedef girtiye, û li gorî raporên destpêkê, di nav kuştiyan de zarokek jî hebû, û ji 27 birîndaran şeş zarok bûn.
Zelenskî diyar kir ku li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin û dibe ku di bin xirbeyan de kes asê mane. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyên erdhejên bi pileya 7.2 û 7.5 ên ku di 24ê Hezîranê de li Venezuelayê qewimîn gihîşt 2 hezar û 645an.
Merasîma cenazeyê Rêberê Berê yê Şoreşa Îslamî ya Îranê Seyyîd Elî Xameneî, ku di êrîşa Emrîka û rejîma sîyonîst de şehîd bû, li Tehranê bi beşdariya gel di roja duyemîn de berdewam dike. Rayedarên Îranî diyar kirin ku ew li bendê ne ku bi mîlyonan kes beşdarî merasîman bibin.
Li ser termînala petrolê ya li St. Petersburgê ya Rûsyayê bi dronê êrîşek pêk hat, lê ti kes nehate kuştin an birîndar bûn.