Wezîrê Derve yê Îranê Araqçî: Qesra Spî di rêza hilbijartinê de ye
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî bang li rêveberîya Emrîkayê kir ku "pêşniyara du rojî" ya Tehranê qebûl bike û got, "Dengdêrên Amerîkî hilbijartina xwe kirine. Niha dora Qesra Spî ye ku hilbijêre."
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî di daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got, "Dengdêrên Amerîkî biryara xwe dane. Niha dora Qesra Spî ye ku hilbijêre."
Araqçî diyar kir ku "pêşniyara du rojî" ya Îranê hêna jî li ser maseyê ye û got, "Daxwazên me, digel bidawîanîna şer li hemû cepheyan, qebûl bikin û encaman bibînin."
Araqçî hişyarî da ku eger Emrîka vebijarka şer hilbijêre, Îran ew ê bi awayekî leşkerî bersiv bide û got, "An jî şer hilbijêrin û bibînin ka şervanên me yên hişyar û xwedî ezmûna şer çawa agirê cehennemê li ser we dibarînin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bakurê Çînê di avahîyekî de şewatek derket, di encamê de 14 kes mirin.
Li wîlayeta Belucistanê ji teref artêşa Pakistanê ve li dijî çekên çekdarî operasyon hat lidarxistin, di encamê de 27 mîlîtan hatin kuştin.
Her çiqas îxlalkirinên peymana agirbestê li Şerîda Xezzeyê berdewam dikin jî, gelek kes ji ber hilweşîna girên qûm û ax li ser konên ku Filistîniyên koçber lê bûn li Dêr el-Belah hatin kuştin û birîndar bûn.