UNICEF: Tevî agirbestê li Xezzeyê 360 zarok şehîd bûn
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), ragihand ku tevî ku di ser ragihandina agirbesta li Xezzeyê re salek derbas bûye jî, 360 zarok şehîd bûne û zêdetirî 1.700 zarok jî bi giranî birîndar bûne.
UNICEFê diyar kir ku ji ber giranbûna şert û mercên zivistanê û barana zêde kon di bin avê de mane û bal kişand ku nêzî 950 hezar Filistîniyên ji cih û warên xwe bûne di bin rîska lehiyê de dijîn.
Saziyê ji bo rakirina astengiyên li pêşiya derbasbûna pêdiviyên sereke yên jiyanî û gihandina alîkariyên mirovî yên lezgîn, bang li civaka navneteweyî kir ku zextên xwe yên li ser rejîma îşxalker zêde bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji bo Misilmanên Arakanî yên ku bi dehsalan e li Myanmarê rastî cudakarî û tundiya sîstematîk tên, biryara ku ew ê vê hefteyê ji aliyê Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî (DEN) ve were eşkerekirin tê texmînkirin.
Keştiya barhilgir a bi navê BETUL 8 a bi ala Somalîyê, ku ji Romanyayê genim dibir Misirê, li beravên Bulgaristanê bin av bû.
Li Efrîqaya Başûr şeva Yekşemê di du êrişên çekdarî yên cuda de bi tevahî 17 kesan canê xwe ji dest dan.