Trump: Mizakereyên bi Îranê re îro dest pê dikin
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku mizakereyên bi Îranê re ew ê roja Duşemê dest pê bikin. Trump îddîa kir ku Emrîka amadekariya "êrîşa herî mezin a li ser Îranê ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve" dike lê ew rawestand, Tehran jî ev îddîa red kir.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku rêveberiya Washingtonê têkiliyên xwe yên derbarê şêweyê danûstandinan bi Îranê re didomîne û mizakere ew ê roja Duşemê dest pê bikin.
Trump di daxuyaniyekê de ji bo çapemeniyê îddîa kir ku di derbarê Tengava Hurmuzê de lihevkirinek hatiye kirin û îddîa kir ku di derbarê bernameya nukleerî ya Îranê de jî lihevkirinek dê were kirin.
Trump îddîa kir ku Emrîka amadekariya êrîşeke berfireh li ser Îranê dike û got, "Em ê ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve êrîşa herî mezin li ser Îranê bikin." Wî got ku êrîş di kêliya dawî de hatiye rawestandin, û îddîa kir ku Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter û Îranê daxwaza betalkirina wê kirine.
Serokê Emrîkayê her wiha diyar kir ku ew ê bibînin ka gelo dikare lihevkirinek ji bo bêçekkirina Îranê were kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyên erdheja bi pileya 7.1 ku di 28ê Tîrmehê de li wîlayeta Kumamoto ya Japonyayê çêbû, gihîşt 38 kesan.
Li Moskowaya paytexta Rûsyayê, di êrîşeke bombeyî ya li restoranteke luks a Îtalî de 3 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de di êrîşên rejîma sîyonîst de 19 Filistînî şehîd bûne û 35 jî birîndar bûne. Bi vê yekê, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hejmara tevahî ya şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 73 hezar û 375 kesan.