Sê tankerên petrolê piştî ku li Tengava Hurmuzê li mayinê ketin agir pê ket
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku sê tankerên petrolê, ku wan got ku li derveyî rêya xwe ya diyarkirî li Tengava Hurmuzê diçûn, li mayînên deryayî ketin, teqiyan û agir pê ketin.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê di daxuyaniyek nivîskî de derbarê trafîka deryayî ya li Tengava Hurmuzê de ragihand ku li ser sê tankerên petrolê teqîn çêbûne.
Li gorî daxuyaniyê, tankerên di rêyên ku ji aliyê Îranê ve nehatine destûrkirin de, dema ku li ser mayinên deryayî dimeşiyan, li wan ketin. Piştî pevçûnan, li ser keştiyan teqîn çêbûn û agirêkî dijwar derket.
Li gorî agahiyan, teqîn di demekê de çêbûne ku yek ji tankeran li nêzîkî peravên başûr ên Tengava Hurmuzê bû û du yên din jî li rojhilatê tengavê bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalîbaf diyar kir ku heta ku heft şertên wî neyên bicîhanîn, Îran ti gavan navêje û danûstandinan neke.
Di êrîşên ku rejîma îşxalker li deverên cuda yên Xezzeyê pêk anî de, neh Filistînî şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn. Êrîşên li Xan Yûnis, bakurê bajarê Xezzeyê û li derdora çarrêya Netzarim, û her weha gulebarankirina li behrê û li deverên cuda yên din, berdewamiya van îxlalkirinan nîşan didin.
Li Îmaratê otobûs û qamyon li hev qelibîn, di encama qezayê de 11 kesan canê xwe ji dest dan.