Serîyyeyên Qudsê: Me dosyeya êsîrên dijmin girtiye
Serîyeyyên Qudsê ragihandin ku dosyayên êsîrên dijmin ên ku di destê tevgerê de ne hatine girtin û bang li navbeynkar û garantoran kirin ku zextê li dijmin bikin da ku pabendbûnên xwe yên bi peymanê re bicîh bîne û îxlalkirinên xwe yên sûc ên dubare rawestîne.
Berdevkê Serîyyeyên Qudsê Ebû Hamza got, "Wekî Serîyyeyên Qudsê, em radigihînin ku me dosyaya êsîrên dijmin ên di destê me de ye girtiye," û bi bîr xist ku wan roja Çarşemê ya borî, di 2ê Kanûna Pêşîn a 2025an de, di çarçoveya peymanek bi rûmet de cenazeyê dawî yê ku di destê wan de bû li bakurê Xezzeyê teslîm kirin.
Ebû Hamza tekez kir, "Di vê têkoşîna qehremanî de, me careke din nîşan da ku êsîrên dijmin tenê bi biryara berxwedanê an jî di tabûtê de dikarin vegerin, û dibe ku hinek qet venegerin."
Ebû Hamza tekez kir ku Tûgayên Quds û komên berxwedanê pabendî hemû bendên merhaleya yekem a peymana agirbestê bûne û got, "Me wezîfeya xwe ji bo bidawîkirina şerê qirkirinê yê barbar li dijî gelê xwe û bicîhanîna agirbestê kiriye."
Ebû Hamza daxwaz kir, "Em bang li navbeynkar û garantoran dikin ku zextê li dijmin bikin da ku pabendbûnên xwe yên bi peymanê re bicîh bîne û îxlalkirinên xwe yên dubare yên sûcdar rawestîne."
Di 4ê Kanûnê de, artêşa îşxalker bi rêya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor nasnameya cenazeyê ku roja Çarşemê ya borî ji Tûgayên Qessam û Tûgayên Quds wergirtibû eşkere kir.
Artêşa îşxalker di daxuyaniyekê de got ku term aîdî welatiyê Taylandî Sudthisak Rinthalak e, ku "di sektora çandiniyê de dixebite".
Berxwedana Filistînî ji 10ê Cotmehê ve, dema ku merhaleya yekem a peymana agirbestê kete meriyetê, 20 êsîrên sax û 28 mirî teslîmî wan kirine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di şewata avahiyek heft qatî ya li Cakartaya paytexta Endonezyayê de, herî kêm 20 kes mirin.
Li herêma Îvanovo ya Rûsyaya balafireke kargoyê ya leşkerî ya ji tîpa “An-22” ket xwarê.
Li wîlayeta Xeyber Paxtunwaya Pakistanê êrîş li hêzên ewlehîyê hat kirin, di encamê de şeş kes mirin, şeş kes jî birîndar bûn.