Sefaretxaneya Sûrîyeyê li Londonê ji nû ve hat vekirin
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed Hesen Şeybanî, ku bi serdaneke fermî li Îngilistanê ye, ala Sûrîyeyê li balyozxaneya welatê xwe li Londonê, ku ji sala 2013an ve girtî ye, bilind kir.
Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Karên Derve ya Sûrîyeyê, Wezîrê Karên Derve Hesen Şeybanî ala neteweyî bilind kir dema ku Balyozxaneya Sûriyeyê li Londonê, ji nû ve hate vekirin.
Şeybanî li ser medyaya civakî parve kir û got, "Piştî salan ji tecrîda ku ji teref rejîma kîmyayî ya Esed ve hatibû ferzkirin, em îro Sefaretxaneya Sûriyeyê li Londonê ji nû ve vedikin. Sûriye bi nasnameya xwe ya azad vedigere cîhanê." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hêzên îşxalker ên sîyonîst li Beyt Ummarê, li bakurê El Xelîlê, du zarok kuştin. Hamasê di bersiva êrîşê de banga zêdekirina berxwedanê li Şerîaya Rojava kir.
Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli ragihand ku bermahiyên balafira îtfaîyeyê ya ku li nêzî bajarê Senj ê Xirwatistanê ket xwarê hatine dîtin û balafirvanek canê xwe ji dest daye.
Bi sedan sîyonîstên îşxalker, di bin parastina rejima îşxalker de, êrîşî Mescîda Eqsayê kirin û li hewşa wê merasîmek li dar xistin.