Şara fermandarê berê yê HSDê Mazlûm Ebdî wek şêwirmendê serokkomar tayîn kir
Serokkomarê Sûrîyeyê Ahmed el-Şara, fermandarê berê yê Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, wek şêwirmendê serokkomarî tayîn kir.
Ev tayînkirin, ku bi fermana Şara hatiye ragihandin, wekî nîşaneyek nû ya nêzîkbûna dawî ya di navbera PKK/HSD de tê dîtin.
HSDê kontrola herêmeke mezin li bakur û rojhilatê Sûrîyeyê bi dest xistibû û ji hikûmeta Şamê cuda li van herêman saziyên serbixwe ava kiribûn.
Piştî hilweşandina Serokê berê yê Sûrîyeyê Beşar Esed ji aliyê hevpeymaniya muxalîfan a bi serokatiya Şara ve di dawiya sala 2024an de, rêveberiya nû ya li Şamê îfade kir ku divê herêm û saziyên ku ji aliyê HSDê ve têne kontrolkirin di nav avahiya dewleta navendî de werin entegrekirin.
Lêbelê, danûstandinên entegrasyonê ji salekê zêdetir rawestiyan. Piştî operasyoneke berfireh a hêzên hikûmeta Sûrîyeyê li dijî HSDê di meha Çile de, alî li ser nexşerêyekê li hev kirin ku tê de entegrasyona gav bi gav a HSDê di nav avahiya dewleta li Şamê de dihat pêşbînîkirin.
Ebdî roja Sêşemê ragihand ku HSD bi fermî hatiye hilweşandin, û ev di warê aştî û beşdariyê de di avakirina Sûrîyeyeke nû de destpêka serdemeke nû ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî Ajansa Kêmkirin û Birêvebirina Rîska Felaketên Neteweyî ya welat, çarenûsa nêzîkî 2.000 kesan hîn nayê zanîn.
Di encama bombebarana artêşa rejîma îşxalker a sîyonîst li Xan Yûnis û Xezzeyê de çar kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov ragihand ku danûstandinên aştiyê yên di navbera Rûsya û Ukraynayê de di vê merhaleyê de rawestiyane û derbarê pêvajoya danûstandinan de ti pêşniyarên nû nînin.