Sûriye: Li Seydnayayê goreke komî ya ku dîroka wê vedigere sala 2014an hat dîtin
Wezareta Karên Hundir a Sûrîyeyê ragihand ku li herêma Seydnaya ya gundewarê Şamê goreke komî ya sala 2014an hatiye dîtin. Tê bawerkirin ku di gorê de termên kesên ku di şerê herêma Qelemûnê de mirine hene.
Wezareta Karên Hundir a Sûrîyeyê ragihand ku li Seydnaya, bajarokekî li gundewarê Şamê, goreke komî hatiye dîtin. Daxuyaniya fermî destnîşan kir ku gor vedigere sala 2014an.
Li gorî agahiyên ku ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA ragihandiye, gora komî ya ku hatiye dîtin aîdî hinek ji kesên ku di pevçûnên li herêma Qelemûnê ya rojava de mirine ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Balafireke veguhastinê ya leşkerî ya AN-32 a Hêzên Hewayî li wîlayeta Assamê ya Hindistanê ket xwarê, di encamê de 5 leşker mirin.
Hîzbullahê ragihand ku wan hewldana êrîşeke bejayî ya rejîma sîyonîst li başûrê Lubnanê têk biriye û di pevçûnan de gelek tankên Merkawa û wesayîteke leşkerî jî hatine îmhakirin.
Li bajarokên Dura û Îzna yên El Xelîlê, bi sedan Filistînî li ser erdên ku îşxalkerên sîyonîst û çeteyên Cihû hewl didin dest deynin ser wan nimêj kirin û tekez kirin ku ew axa xwe diparêzin.