Rojavayê zextê dide ser Îranê: Ji bo peymana nukleerê tehdîd û şantaj

Welatên Ewrûpayê, Îranê dîsa bi mueyyîdeyên neqanûnî tehdîd kirin. Tehran jî ev rewşa Rojavayê wek “sabotejekî nû ya dîplomatîkî” nirxand.
Bernameya nukleerî ya Îranê, ji nû ve bû amûreke tehdîd û zextê ya Rojavayê. Wezîrên Karên Derve yên Fransa, Elmanya, Îngilistan û Yekîtîya Ewrûpayê, bi Abbas Erakçîyê Wezîrê Karên Derve yê Îranê re gotin, heger di peymana nukleerî de pêşveçûnek çênebe ew ê mueyyîdeyên Neteweyên Yekbûyî ji nû ve bikeve merîyetê.
Îranê: Ev, wê bibe dawîya rola Ewrûpayê
Îranê jî hefteya borî hişyarîyek da û diyar kir ku heger ev tehdîd bikeve merîyetê ew ê rola Ewrûpayê ya di warê dosyaya nukleerî ya Îranê de heye bi temamî dawî bibe.
Tehranê îfade kir ku ew ê Îran ji tu tehdîdekî re serê xwe netewîne û bi zelalî bal kişand ku wê mafên xwe yên fermî bidomîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullahê Şêx Naîm Qasim di axaftina xwe ya salvegera şehadeta yek ji fermandarên xwe yên payebilind Elî Karakî de ragihand ku ew ê li dijî rejîma sîyonîst micadeleya xwe bidomînin.
HAMASê bang li cîhanê kir ku bi meşên mezin û zextên sîyasî bertekek li dijî polîtîkayên qirkirin û birçîkirina rejîma sîyonîst ên li Xezzeyê nîşan bidin.
Hanzala, keştiya nû ya Flotîla Azadiyê, ku dê ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo Xezzeya ku di bin dorpêça rejîma sîyonîst de ye, bi rê bikeve, piştî temamkirina amadekariyên xwe yên dawîn, dê di 20ê Tîrmehê de ji Bendera Galîpoliyê derkeve.
Li bajaroka Yabuda Cenînê Amr Kabhaya 13 salî di gulereşandina îşxalkeran de şehîd bû. Midexeleya ambûlansê hat astengkirin, bav Kabha jî ji teref leşkeran ve hat derbkirin û êsîrgirtin.