Rejîma sîyonîst a îşxalê li Şerîaya Rojavayê êrîşî li ser malan kir, di encama êrîşan de 25 Filistînîyên din desteser kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Cemîyeta Esîrên Filistînê de hat gotin ku, rejîma sîyonîst li Quds, Ramallah, Tulkerîm, Nablûs û Erîhayê êrîşî malan kirîye.
Hat ragihandin ku di êrîşên îşxalkeran de herî kêm 25 Filistînîyên din hatin êsîr girtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, hejmara Filistînîyên ku ji 7ê Cotmeha vir ve hatine êsîr girtin gihaşt 8 hezar û 665an.
Di êrîşên rejîma sîyonîst û niştecihan ku li Qudsa Rojhilatê û Şerîaya Rojavayê ku ji 7ê Cotmehê vir ve berdewamin de 497 Filistînî şehîd bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Libnanê ji ber ketina helîkopterê li Îranê 3 roj şîn hat ragihandin.
Hêzên îşxalker 14 roj in Deriyê Sînor ê Refahê û deriyê Kerem Ebû Selîm ên li başûrê Xezzeyê girtî dihêlin.
Çeteya rejîma sîyonîst, li gundê Madamaya başûrê Nablusê zarokekî desteser kir.
Rayedarên Îranê, daxuyandin ku Serokkomar Reîsî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahîyan ku di nav helîkopterê de bûn canê xwe ji dest dan.