Peyama zelal ji Hizbullahê: Teslîmîyet tineye, xewnên sîyonîst wê werin hilweşandin
Parlamenterê Hizbullahê Hesen Fezlallah careke din ragihand ku gelê Lubnanê teslîm nabe. Wî diyar kir ku sê gefên sereke yên li pêşiya welat êrîşên sîyonîst, sîyaseta navxweyî û ji nû ve avakirinê ne.
Parlamenterê Hizbullahê û endamê bloka "Berxwedana ji bo Dilsoziyê", Hesen Fedlallah, di merasîma bîranîna şehîdan de li bajarokê Burc Kelawî yê li başûrê welat axivî û diyar kir ku Libnan bi sê tehdîdên sereke re rû bi rû ye: êrîşên rejîma sîyonîst, pêwîstiya ji nû ve avakirinê û sîyaseta navxweyî.
Fadlallah tekez kir ku nabe ku gel bijarteya "an êrîşên berdewam û mirin an jî teslîmbûn" bide, û got, "Gelê me di tu şert û mercan de teslîmbûnê qebûl nake. Helwesta me li ser prensîbên serxwebûn û rûmetê ye."
Fadlallah rexne li wê yekê girt ku hinek komên di siyaseta navxweyî de êrîşên rejîma sîyonîst ji bo pêşvebirina ajandaya xwe bi kar tînin û got, "Dijmin hinek dengên navxweyî bi kar tîne û dûv re wan terk dike. Divê em nekevin vê xefikê."
Fadlallah, bi îddîaya ku berxwedan bi avakirina hevkêşeyên nû, wekî berê, sivîlan diparêze, her wiha diyar kir ku divê dewlet berpirsiyariyên xwe bicîh bîne. "Divê dewlet bi biryarên kabîneyê di şer û aştiyê de tesîrdar be, wekî din, gel û berxwedan dê li erdê bimînin."
Fadlallah tekezî li ser tesîra mekanîzmaya çavdêriya agirbestê kir û got ku hikûmet dikare wê ji bo rawestandina êrîşan bikar bîne. Parlamenter hişyarî da li ser nakokiyên navxweyî û polarîzasyonê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Nakokî ne di nav Lubnanê de ye, ew bi dijmin re ye. Berxwedan tevahiya welat digire nav xwe û kes nikare vê yekê înkar bike."
Ev daxuyanî careke din nîşan dan ku Hizbullah li dijî rejîma sîyonîst biryardar e û teslîmbûn li Lubnanê ne mimkûn e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îşxalerkerên ku ji êvarê ve li dijî Xezze, Refah û Xan Yûnisê bomberdmanan dane destpêkirin, gelek avahîyan hilweşandin.
Rejima sîyonîst ji êvarê ve li Şerîaya Rojavayê êrîşî gelek bajaran kir, gelek ciwanan desteser kir. çeteyên Cihûyî jî êrîşî cotkarên Filistînîyan kirin û nehiştin ku erdên xwe bajon.
Wezîr Enes Xettab, daxuyand ku di sazîyên ewlehîyê ya di bireveberîya nû de ew ê nûkirinên tund werin kirin, îxlalên li herêmên sehlê jî werin tehqîqatkirin û di operasyonên li dijî DAÎŞê de gelek navên muhîm hatin binçavkirin.
Pakistan û Efxenistanê, dîsa şeva înê bi gulereşandina ji hev re ketin nav gengeşîya sînorê. Rayedarên herdu welatan jî, daxuyandin ku ji ber gulereşandinan mirî çênebûne.