Merasîma cenazeyê Xameneî, ku bi mîlyonan kes beşdar dibin, berdewam dike
Merasîma cenazeyê Rêberê Berê yê Şoreşa Îslamî ya Îranê Seyyîd Elî Xameneî, ku di êrîşa Emrîka û rejîma sîyonîst de şehîd bû, li Tehranê bi beşdariya gel di roja duyemîn de berdewam dike. Rayedarên Îranî diyar kirin ku ew li bendê ne ku bi mîlyonan kes beşdarî merasîman bibin.
Ji serê sibê ve, bi hezaran Îranî ber bi Mizgefta Îmam Xumeynî Musalla ya li Tehranê ve herikîn. Dema ku bernameya fermî ya cenaze dest pê kir, mizgeft û derdora wê bi tevahî tijî bû, di heman demê de li seranserê paytextê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh û qedexeyên trafîkê hatin bicîh kirin.
Beşdarbûyan alên sor ên bi peyva "Şehîd" hilgirtin û dirûşmeyên wekî "Qehirbe Emrîka ", "Qehirbe îsraîl" û "Tolhildan" qîr kirin.
Rayedarên Îranî jî ragihandin ku ew li bendê ne ku 15 heta 20 milyon kes tenê li Tehranê beşdarî çalakiyên bibin.
Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalibaf, di bangewaziyekê de beriya merasîma cenaze, hemû gelê Îranê dawet kir ku beşdarî merasîmê bibin û diyar kir ku ev "yek ji girîngtirîn kêliyên dîroka Komara Îslamî ya Îranê ye".
Di vê navberê de, hêna jî ne diyar e ka gelo Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê, Mucteba Xameneî, ew ê ji ber sedemên ewlehiyê beşdarî merasîmê bibe an na. Xameneî, ku tê gotin di şer de birîndar bûye, di meha Adarê de, piştî bavê xwe, ji bo posta Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê hate hilbijartin û ji wê demê ve hindik derketiye holê.
Gelek şandeyên biyanî jî beşdarî bernameya cenazeyê bûn. Di merasîmên fermî de Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf, Wezîrê Derve yê Wekîl ê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Emîr Xan Mutteqî û Serokkomarê berê yê Rûsyayê Dmitrî Medvedev ku nûnertiya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dikir, hebûn. Her wiha şandeyên fermî yên ji Tirkîye, Erebistana Siûdî, Qeter, Misir û Ummanê, û her wiha temsîlvanên Hamas, Hîzbullah û Cîhada Îslamî jî amade bûn.
Rayedaran ragihandin ku cenazeyê Seyyîd Elî Xameneî ew ê heta roja Duşemê li Tehranê bimîne, piştî wê ew ê piştî merasîma cenazeyê li paytextê ber bi Qumê ve were birin. Pilan ew e ku cenaze piştî serdanên Necef û Kerbelayê vegere Komara Îslamî ya Îranê û di 9ê Tîrmehê de li Meşhedê, cihê jidayikbûna wî, li kêleka Tirba Îmam Riza were veşartin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma îşxalker, îxlalkirinên agirbestê û êrîşên leşkerî yên li ser Xezzeyê didomîne, deverên cûrbecûr topbaran dike, guleyan vedike û hilweşandina avahiyan didomîne.
Hejmara qurbaniyên lehiya giran a li Ganayê, ku ji 28ê Hezîranê ve berdewam dike, gihîştiye 34 kesan. Nêzîkî 90.000 kes ji cih û warên xwe bûne û operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Hejmara qurbaniyên erdhejên bi pileya 7.2 û 7.5 ên ku di 24ê Hezîranê de li Venezuelayê qewimîn gihîşt 2 hezar û 645an.