Li Xezzeyê 5 şehîd
Di êrîşên sîyonîstên îşxalker de li Xezzeyê pênc kes ku yek ji wan zarok bû, şehîd bûn.
Li gorî çavkaniyên tenduristî û ewlehiyê yên Filistînê, doh li deverên cuda yên Xezzeyê di encama êrîşên hewayî yên îşxalkeran de pênc Filistînî şehîd bûn.
Li gorî daxuyaniyek ji Nexweşxaneya El-Eqsayê, di êrîşeke bi droneke sîyonîstî li ser bajarokê El-Zewayda de kesek şehîd bû.
Li gorî daxuyaniya nexweşxaneyê, êrîşeke din a bêmirov ji aliyê hêzên îşxalker ve roja Pêncşemê serê sibê li heman herêmê li konê ku mirovên bêçare tê de bûn, ket û kesek hat kuştin.
Di heman demê de, li gorî Nexweşxaneya El-Awde, zarokekî 12 salî di encama gulebarana artêşa îşxalker de li rojhilatê kampa penaberan a Bureij li navenda Xezzeyê şehîd bû.
Kompleksa Pizîşkî ya Nasir li başûrê Xezzeyê ragihand ku cenazeyê jineke 54 salî wergirtiye ku li herêma El-Mewasî bi guleyên hêzên îşxalker şehîd bûbû.
Di daxuyaniyek cuda ya nexweşxaneyê de hat ragihandin ku keçek 19 salî jî li heman herêmê di encama gulebarana artêşa îşxalker de hatiye kuştin.
Bi van hejmaran, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan gihîştiye 74 hezar û 618an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 920an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêberê Mezin ê Şoreşa Îslamî ya Îranê, Ayetullah Seyyîd Mucteba Xameneî di peyamekê de ku bi minasebeta 13ê Ebanê hatiye belavkirin, li dijî Emrîkayê tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya berxwedanê kir.
Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê, Tûxgeneral Îsmaîl Qanî, di gotarekê ku ji bo serokên Emrîkayê hate kirin de, diyar kir ku "berxwedanê cepheyeke yekane ava kiriye û ji ber vê yekê divê ew nekevin nav xapandineke mezin."
Hejmara şehîdên Filistînî yên ku di êrîşên qirkirinê yên li ser Xezzeyê de ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve şehîd bûne gihîştiye 74.618an. Di 48 saetên dawî de 3 şehîd û 21 birîndar rakirine nexweşxaneyan, bi vî awayî hejmara tevahî ya şehîdan ji dema ku agirbest di 11ê Cotmeha 2025an de dest pê kir, gihîştiye 1.602an.