Li Xezzeyê hejmarê şehîdan gihîştiye 74.640î
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara şehîdan di êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst li ser Xezzeyê de gihîştiye 74 hezar û 640 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 947 kesan.
Li gorî daneyên herî dawî yên ku ji hêla çavkaniyên tenduristiyê yên li Şerîda Xezzeyê ve hatine weşandin, ji destpêka êrîşan ve 74.640 Filistînî hatine kuştin û 175.947 kes jî birîndar bûne.
Di 48 saetên dawî de, 10 şehîd û 22 birîndar ji bo nexweşxaneyên li Xezzeyê hatine veguhastin.
Her çiqas agirbest di 11ê Cotmeha 2025an de ket meriyetê jî, li Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst qurbanî berdewam kirin.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, ji destpêka agirbestê ve 1610 Filistînî hatine kuştin û 5819 kes jî birîndar bûne. Hejmara cenazeyên ku ji bin xirbeyan hatine derxistin gihîştiye 849an.
Ekîbên tenduristiyê û berpirsên parastina sivîl ragihandine ku gelek şehîd hêna jî di bin kavilan de û li ser rêyan li deverên cuda yên Xezzeyê ne.
Hate gotin ku dorpêçkirin, wêraniya giran û çavkaniyên ne têrker gihîştina hemû Filistîniyên di bin xirbeyan de dijwar kiriye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî operasyonekê li Humsê, Sûrîyeyê, ku tê de 200 hezar hebên kaptagonê yên ji Libnanê hatine anîn hatin desteserkirin, serokê tora bazirganiya maddeyên hişber hate girtin. 120 hezar hebên kaptagonê û 9 kîlogram esrar li ser şibheyê hate dîtin.
Di hilbijartinên nîv-term ên Kongresê yên Emrîkayê de ku di 3yê Mijdarê de hatin lidarxistin, Demokratan li Meclisa Nûneran piranî bi dest xistin û 254 kursî bi dest xistin. Komarparêzan 162 kursî parastin, û hejmartina dengan li 19 navçeyan hêna jî didome. Demokratan her wiha li Senatoyê jî piranî bi dest xistin.
Weqfa Êtîman, ku hewldanên xwe yên alîkariyê ji bo pitik û zarokên bêguneh ên li Xezzeyê didomîne, di çarçoveya kampanyaya xwe ya şîrê de li Xan Yûnisê 1000 qutiyên şîrê zarokan belav kir.