Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 73 hezar û 23yan
Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê ji ber êrîşên rejima îşxalker hejmarê şehîdan derket 73 hezar û 23yan, hejmarê birîndaran jî gihîşt 173 hezar û 316an.
Çavkanîyên tenduristî yê Xezzeyê, derheqê daneyên dawîn de daxuyanî da.
Li gorî daxuyanîyê di nav 48 saetên dawîn de 5 şehîd û 43 birîndar ji nexweşxaneyan re hatin anîtin.
Hat îfadekirin ku gelek şehîd hêna jî di bin kavilan de ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Şêx Naîm Qasim diyar kir ku Lubnan yek ji demên herî xeternak ên dîroka xwe ya dawî dijî û ew bi planeke berfireh re rû bi rû ne ku armanc ew e berxwedanê bi tevahî ji holê rake. Qasim got, "Berxwedan ne hatiye şikandin û ne jî paşve gav avêtiye."
Hefteya borî, li Şerîaya Rojava, Quds û deverên ku di sala 1948an de hatine îşxalkirin, 77 çalakiyên berxwedanê hatin lidarxistin.
Şêx Usame el-Rifai, Muftiyê Mezin ê Sûrîyeyê û serokê Lijneya Bilind a Fetwayan, derbarê zêdebûna xwepêşandan û aloziyên dawî yên li welat de daxuyaniyek da û daxwaza parastina aştiya civakî kir. El-Rifai tekezî li ser pêwîstiya bilezkirina edaleta veguhêz û darizandina berpirsiyarên sûcên ku di bin rejîma berê de hatine kirin kir.