Li Şerîaya Rojava çalakîyên bi kêr û wesayîtan: 3 leşkerên sîyonîst birîndar bûn
Di du operasyonên cuda de li nêzî Ramallah û El Xelîlê sê leşkerên îşxalker birîndar bûn, hêzên rejîma sîyonîst du çalakvanan jî şehîd kirin.
Di saetên dawî de li Şerîaya Rojava di du çalakîyên cuda yên bi kêrê û wesayîtan de sê îşxalker birîndar bûn, hêzên rejîma sîyonîst gule li ciwanên her du êrîşan reşandin û kuştin.
Radyoya artêşa sîyonîst ragihand ku du îşxalker li nêzîkî Atiretê, li bakurê Ramallahê, di êrîşeke bi kêrê de birîndar bûne. Li gorî medyaya îşxalker, birîndar du leşkerên ji yekîneyeke paraşûtê bûn.
Îşxalkerên ku leşkerên nû şandin herêmê, gelek gundên Filistînî yên li dora Atiretê dorpêç kirin.
Di heman demê de, li bakurê El Xelîlê di êrîşeke bi wesayîtekê de leşkereke jin birîndar bû. Medyaya îşxalker ragihand ku Filistîniya ku êrîş pêk aniye, paşê ji teref hêzên rejîma sîyonîst ve hatiye şopandin û şehîd bûye.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê îro serê sibê daxuyaniyek weşand û got, "Mehennad el-Zughayr ê 17 salî li bajarê El Xelîlê ji teref hêzên rejîma sîyonîst ve hate gulebarankirin û şehîd kirin." Her wiha hate ragihandin ku hêzên îşxalker hêna jî cenazeyên du xortên ku li El Xelîl û Beyt Rîmayê şehîd kirine, teslîmî wan nekirine.
Leşkerekî ku êvara Duşemê li nêzî Kiryat Arbaa di êrîşeke bi wesayîtekê de birîndar bû, piştî wergirtina alîkariya yekem li cihê bûyerê, ew rakirin nexweşxaneyê. Piştî bûyerê, gelek yekîneyên leşkerî li dora El Xelîlê hatin bicihkirin û hêzên rejîma sîyonîst nexweşxaneyên El-Ehlî, El-Mezan, El-Muhtasib û El-Hîlal Ehmer ên bajêr dorpêç kirin.
HAMAS: Xwepêşandan bertekeke rewa ya gelê me ye
HAMAS operasyona li nêzî El Xelîlê wekî "qehremanî" bi nav kir û daxuyaniya jêrîn da:
"Ev kiryar berteka rewa ya gelê me ye li dijî qetlîam, darvekirin, wêrankirin û êrîşên sîstematîk ên ku rejîma sîyonîst her roj li Xezzeyê û Şerîaya Rojava dike."
Tevgerê tekez kir ku berxwedana zêdebûyî li Şerîaya Rojava encama "êrîşkariya dagirkeriyê, siyaseta wêrankirinê, desteserkirinê û terora niştecihbûnê" ye. HAMASê diyar kir, "Heta ku îşxalker êrîşên xwe bidomînin, berxwedan ew ê mafê rewa û xwezayî yê gelê me bimîne."
Şerîaya Rojava bi pêla êrîşên her ku diçe tundtir ên artêşa rejîma sîyonîst û çeteyên Cihûyan re rû bi rû ye. Ji 8ê Cotmeha 2023an vir ve, ji destpêka êrîşan heta niha, herî kêm 1085 Filistînî şehîd bûne, zêdetirî 10 hezar kes birîndar bûne û zêdetirî 21 hezar kes jî êsîr hatine girtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di seatên serê sibehê de li El Xelîlê, Muhammed Ez-Zuxeyrê 17 salî di encama gulebarandina sîyonîstan de şehîd bû. Rejima sîyonîst hêna jî cenazeya şehîd teslîm nekirîye.
Di êrîşên li rojhilatê Xezzeyê piştî ku ji teref quadkopterekî bi celebê "kamîkaze" yê rejîma siyonîst ve hate gulebarankirin de Filistîniyekî şehîd bû.
Hejmara qurbaniyên lehî û hezazê li Endonezyayê gihîşt 604 kesan û tê ragihandin ku 464 kes jî winda ne.