Li Qahîreyê teqîn: 3 mirî, 17 birîndar
Li paytexta Misrê Qahîreyê, di encama teqîna silindireke gaza helyûmê de, sê kes canê xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.
Li firoşgeheke pêlîstokan a li qata jêrîn a navenda kirînê ya Arabella Plaza li herêma Qahîreya Nû, sîlîndîrek gaza helyûmê teqiya. Ji ber teqînê di firoşgehê de şewat derket.
Ekîbên parastina sivîl piştî xeberdayînê çûn herêmê û agir kontrol kirin.
Di encama bombebaranê de 3 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn.
Dozgerê Giştî yê Misrê ragihand ku lêpirsînên destpêkê destnîşan kirine ku teqîn ji ber silindireke gaza helyûmê çêbûye. Ji bona ku sedema rastîn a bûyerê were diyarkirin Ekîbên pispor hatine wezîfedarkirin.
Her wiha dozgeriyê ferman da ku xwediyê firoşgeha pêlîstokan bê binçavkirin û lêpirsîn lê bê kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî agahiyan, artêşa îşxalker û ajansa îstîxbarata biyanî ya Mossadê dîtine ku leza ji nû ve avakirina şiyanên leşkerî yên Îranê piştî destpêkirina şer di sala 2026an de ji ya ku dihat hêvîkirin pir zêdetir bû, û bi taybetî vejîna bilez a hilberîna mûşekên balîstîk careke din tehdîdek cîddî li ser Tel Avîvê diafirîne.
Berdevkê Hamasê Hazim Qasim got ku îddîayên rejîma îşxalker ên ku dibêjin tevgerê peymana agirbestê îxlal kiriye û çalakiyên leşkerî ji nû ve dest pê kiriye, propagandayek e ku armanc dike îxlalkirina peymanê ji hêla îşxalkeran ve rewa bike û li dijî Hamasê nerazîbûnê çêbike.
Karbidestên sîyasî û leşkerî yên Îranê, di bersiva îddîaya "kontrola tevahî" ya Emrîkayê li ser Tengava Hurmuzê de, tekez dikin ku trafîka deryayî ya li ser rêya avê ya stratejîk di bin kontrol û çavdêriya Komara Îslamî ya Îranê de ye, di heman demê de Washington tehdîd dike ku dorpêça xwe ya deryayî bidomîne û zexta aborî ya li ser Îranê zêde bike.