Li Pakistanê êrîş li leşkeran hat kirin: 6 mirî, 6 birîndar
Li wîlayeta Xeyber Paxtunwaya Pakistanê êrîş li hêzên ewlehîyê hat kirin, di encamê de şeş kes mirin, şeş kes jî birîndar bûn.
Bûyer, li navçeya Kurramê pêk hat.
Hat diyarkirin ku mîlîtanan êrîşê personelên artêşê kirin û dûre hêzên ewlehîyê bersiva mîlîtanan dan, pevçûna ku derket bi saetan berdewam kir.
Hat îfadekirin ku heta niha 6 leşker canê xwe ji dest dan, 6 leşker jî birîndar bûn.
Personelên ku birîndar bûn bi tehlîyebûnê ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Li gorî agahîyên ewil di encama pevçûnê de du mîlîtan hatine kuştin û du mîlîtan jî birîndar bûne lê heta niha tu cesed an jî birîndarekî nehatîye bidestxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serîyeyyên Qudsê ragihandin ku dosyayên êsîrên dijmin ên ku di destê tevgerê de ne hatine girtin û bang li navbeynkar û garantoran kirin ku zextê li dijmin bikin da ku pabendbûnên xwe yên bi peymanê re bicîh bîne û îxlalkirinên xwe yên sûc ên dubare rawestîne.
Di şewata avahiyek heft qatî ya li Cakartaya paytexta Endonezyayê de, herî kêm 20 kes mirin.
Li herêma Îvanovo ya Rûsyaya balafireke kargoyê ya leşkerî ya ji tîpa “An-22” ket xwarê.