Li Fransayê du zarok piştî ku di wesayîtê de hatin hiştin, ji ber germahiyê mirin
Li herêma Vaucluse ya Fransayê, du xwişk û bira yên 2 û 4 salî, di rojekê de ku germahî nêzîkî 40 pileya Celsius bû, di hundirê wesayîtek parqkirî de mirî hatin dîtin.
Kurekî du salî û xwişka wî ya çar salî li herêma Vaucluse ya li başûrê welat di hundirê wesayîtekê de mirî hatin dîtin.
Di lêpirsîna bûyerê de, îhtîmala ku dayika zarokan dema kirînê wan di wesayîtê de ji bîr kiribe, hat zêdekirin.
Ekîbên îtfaîyeyê yên ku çûn cihê bûyerê du xwişk û bira di wesayîtekê de ku li hewşa dapîra wan parqkirî bû, bêrih dîtin. Lêbelê, hate destnîşankirin ku zarok berê miribûn.
Li gorî raporên di çapemeniya Fransî de, di daxuyaniyên destpêkê de hate îddîakirin ku zarok bêyî agahdariya diya xwe siwarî wesayîtê bûne.
Lêbelê, çavkaniyek polîsî ya nêzîkî lêpirsînê îddîa kir ku dayika 33 salî di îfadeya xwe de diyar kiriye ku dema ew diçû kirînê, wê zarokên xwe di wesayîtê de hiştiye.
Dayika ku piştî bûyerê di şokê de bû, ji aliyê ekîbên tenduristî ve hate birin, di heman demê de Dozgeriya Giştî ya Carpentrasê bi şibheya "kuştina bi nezanî" lêpirsîn da destpêkirin.
Dozgeriyê ragihand ku ji bo diyarkirina sedema rastîn a mirina her du zarokan ew ê otopsî bên kirin.
Rayedaran diyar kirin ku li gorî encamên heyî, sedema herî muhtemel a mirinê germahiya zêde ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê şer ê rejîma îşxalker got ku digel daxwaza vekişînê ya Emrîkayê jî, artêşa îşxalker ew ê li Başûrê Lubnanê bimîne.
Hejmara şehîdên ku di êrîşên rejîma sîyonîstî ya li ser Xezzeyê de ji Cotmeha 2023an vir ve hatine kuştin gihîştiye 73 hezar û 41 kesan.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku ew amade ye ji bo ji nû ve destpêkirina mizakereyên aştiyê bi Ukraynayê re, û Mizakereyên Stenbolê yên sala 2022an wekî model nîşan da.
Bajarokê Burin ê li başûrê Nablusê bû cihê êrîşeke nû ya çeteyên Cihûyan. Çeteyan xaniyek hedef girtin, du wesayît wêran kirin û di êrîşa gaza rondikrêj de zilamekî Filistînî û zarokên wî birîndar kirin.