Li Dîyarbekirê 107 kîlogram maddeyên hişber hatin bidestxistin
Di operasyonên li navenda bajarê Diyarbekirê û navçeyên wê de 107 kîlogram narkotîk hat bidestxistin, di derbarê 24 şikdaran de jî lêpirsîn hat destpêkirin.
Fermandariya Cendermeyan a Bajara Dîyarbekirê, bi hevrêziya Midûriyeta Şaxa Sûcên Narkotîk, li navenda bajêr û navçeyan li dijî kesên ku di kirîn, firotin, veguhastin û bikaranîna madeyên hişber de beşdar bûn operasyon pêk anîn.
Di çarçoveya operasyonên ku li herêma berpirsiyariya cendirmeyan hatine kirin de, bi tevahî 164 bûyer qewimîne û li dijî 24 şikdaran lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Di operasyonan de bi tevahî 107 kîlogram narkotîk hatin bidestxistin, ji wan 42 kîlogram esrara toz û 65 kîlogram jî skunk e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump got, "Em Tengava Hurmuzê kontrol dikin. Ji bo parastina tengavê em ê mûçe werbigirin."
Li Xezzeyê, hewldana kuştinê ya li dijî wesayîta ku berdevkê Hamasê Hazim Qassem tê de bû, bû sedema şehadeta cîgir û parêzvanê wî, Muhammed el-Feyyûmî, û Qasim bi xwe jî bi giranî birîndar bû. Di peyama sersaxiyê de, Qasim hevalê xwe yê ku bi salan pê re xizmet kiribû bi bîr anî.
Di êrîşên esmanî yên Emrîkayê yên li başûrê Îranê de kesek hat şehîdkirin û 4 kes jî birîndar bûn.