Li bendera Misirê du keştî bi teqînê zerarê dîtin
Li bendera Damietta ya Misrê, di teqînekê de du keştî zirar dîtin.
Rojnameya National, bi îspatkirina daneyên ji şîrketa analîtîk Kpler, ragihand ku tankereke depoyê û yekîneyeke gazkirinê ya li ser avê zirar dîtine.
Herwiha, operasyonên li yek ji termînalên sereke yên îtxalkirina gaza xwezayî yên Misrê hatin astengkirin. Her du keştî jî heta ku rayedar rewşê nirxandin ji peravê dûr ketin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Alî Zeydî got, "Me delîl xwest ku nîşan bidin Erebistana Siûdî ji axa me hatiye hedefgirtin, lê me tu bersiv negirt."
Li bakurê Pakistanê di êrîşeke çekdarî de 9 poêîs hatin kuştin û 28 kes jî birîndar bûn.
Sîyonîstan tevahiya şevê li gelek bajar û bajarokên Şerîaya Rojava ya îşxalkirî êrîşên hevdem pêk anîn. Mal bûn hedef û êrîşên çeteyên Cihûyan berdewam kirin; li Beytlehmê, malek hate şewitandin û malbateke heşt kesî hate tehliyekirin.