Li Bangladeşê du otobusên rêwîyan li hev ketin: 8 kes mirin, 25 kes birîndar bûn
Li herêma Sylhet a Bangladeşê, di encama lihevketina du otobusên rêwîyan de 8 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li gorî dema herêmî saet 7:30ê sibê li herêma Sylhetê, ku bi qasî 240 kîlometreyan li bakurê rojhilatê paytext Dakkayê ye, qewimî. Piştî ku du otobusên rêwîyan ji ber sedemên ku hêj nayên zanîn li hev ketin, ekîbên polês û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Rayedarên polêsan ragihandin ku, li gorî raporên destpêkê, di qezayê de heşt kes mirine û 25 kes jî birîndar bûne.
Mirovên birîndar piştî tedawîyên ewil a tenduristî, ji bo dermankirinê ji nexweşxaneyên derdorê re hatin birin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevî tedbîrên tund, xalên kontrolê û qedexeyên ketinê yên ku rejîma sîyonîst li Qudsê ferz kirine, nêzîkî 70 hezar Misilman nimêja înê li Mescîda Eqsayê kirin. Dagirkeran rê li ber bi gihîştina bi hezaran Filistîniyên ji Şerîaya Rojava girtin û gelek ji wan li xalên kontrolê hatin girtin.
Li parêzgeha Nonthaburi ya Taylandê, di êrîşeke çekdarî ya li ser dibistanekê de ku ji aliyê xwendekarekî 14 salî ve hatiye kirin, 8 kes mirine û 30 kes jî birîndar bûne.
Li wîlayeta Kordofana Bakur a Sûdanê, dijwarbûna pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de bûye sedema pêlek nû ya koçberiyê. Wêneyên satelîtê nîşan didin ku mezintirîn kampa penaberan li bajarê El Ubeîd di nav kêmtirî du hefteyan de bi sedan konên nû berfireh bûye.