Kremlîn: Di danûstandinên aştiyê yên bi Ukraynayê re de ti pêşketin çênabe
Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov ragihand ku danûstandinên aştiyê yên di navbera Rûsya û Ukraynayê de di vê merhaleyê de rawestiyane û derbarê pêvajoya danûstandinan de ti pêşniyarên nû nînin.
Peskov li ser bûyerên rojane bi rojnamevanan re axivî û li ser şerê li Ukraynayê, têkiliyên bi Emrîkayê re û pêşketinên dawî yên li cepheyê şîrove kir.
Peskov li ser muhtemel a danûstandinên aştiyê bi Ukraynayê re axivî û got ku pêvajoya danûstandinan niha pêş nakeve. Peskov îddîa kir ku aliyê Ukraynayê ji daxwazên Rûsyayê haydar e lê ne amade ye ku bi awayekî aştiyane wan çareser bike.
Peskov diyar kir ku piştî nebûna pêşketinê di danûstandinan de, artêşa Rûsyayê ew ê operasyonên xwe yên li cepheyên şer bidomîne. Wî tekez kir ku operasyona leşkerî ya taybet a Rûsyayê berdewam dike û li cepheyê pêşketin çêdibe.
Berdevkê Kremlinê diyar kir ku êrîşên li ser Kîevê berdewam dikin û leşkerî û binesaziya leşkerî ya Ukraynayê wê berdewam bike ku bibe hedefa êrîşan.
Peskov behsa têkiliyên bi Emrîkayê re kir û diyar kir ku di vê merhaleyê de di navbera Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Emrîkayê Donald Trump de ti peywendiyeke telefonî an têkiliyeke din a plankirî tune ye.
Peskov her wiha îddîayên çapemeniya Amerîkî yên ku dibêjin hevdîtinek di navbera Rêveberê CIAyê John Ratcliffe yê ku serdana Moskowê dikir û Putin de çêbûye, red kir. Wî diyar kir ku têkiliyên wiha tenê di asta servîsên îstîxbaratê de çêbûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî Ajansa Kêmkirin û Birêvebirina Rîska Felaketên Neteweyî ya welat, çarenûsa nêzîkî 2.000 kesan hîn nayê zanîn.
Di encama bombebarana artêşa rejîma îşxalker a sîyonîst li Xan Yûnis û Xezzeyê de çar kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Serokkomarê Sûrîyeyê Ahmed el-Şara, fermandarê berê yê Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, wek şêwirmendê serokkomarî tayîn kir.