Karwana Hêvîyê beriya cejnê alîkarîyê dide Sûrîyê
Tenê çend roj ji cejnê re mane, Karwana Hêvîyê li bajarên cuda yên Sûrîyeyê xwarin, cil û berg û alîkariya pere gihand malbatên hewcedar, û alîkariya bi sedan malbatan kir ku cejnê bi kêfxweşî pîroz bikin.
Karwana Hêvîyê, rêxistineke ku li herêmên Efrîn, Cindêres û Hemayê ji bo malbatên hewcedar xebatên alîkariyê dike, di çarçoveya bernameya xwe ya 3 rojan de ji bo bi sedan malbatan xwarin, cilên cejnê û zikat peyda kir.
Ekîba alîkariyê ku Alîkar Serokê Weqfa Kawrana Hêvîyê Cafer Okmen, û Mehmet Faik Dogan, Koordînatorê Herêmî yê 2yemîn ê Weqfa Karwana Hêvîyê di nav de bûn, di roja yekem de diyariyên cejnê, xwarin û alîkariya dravî ji kesên hewcedar re, bi taybetî ji sêwîyan re, li navenda bajarê Efrîn û gundên wê belav kirin.
Di roja duyemîn a operasyonê de, alîkariya pere û cilên cejnê ji gelek malbatên li Kampa Henderat û herêma Cinderesê re hat dayîn, ku her du jî deverên pir niştecih in û malbatên Filistînî li nêzî Helebê dijîn.
Di roja dawî ya hewldanên alîkariyê de, ekîba Karwana Hêvîyê ber bi herêma Hemayê ve çû, li wir wan cilên cejnê û alîkariya pere gihandin malbatên hewcedar.
Cafer Okmen Alîkarê Serokê Karwana Hêvîyê, derbarê alîkariya ku hatiye dayîn de got, "Ji ber ku tenê çend roj mane ji betlaneyê re, em belavkirina alîkariya mirovî li gundên çiyayî yên Efrîn berdewam dikin. Di bernameya me ya 3 rojî ya Sûrîyeyê de, me çalakiyên alîkariyê yên cûrbecûr pêk anîn, di serî de alîkariya xwarinê kirin."
Mehmet Faîk Dogan, Koordînatorê Herêmî yê 2yemîn ê Weqfa Kawrana Hêvîyê, spasiya xêrxwazên ku beriya Cejna Qurbanê li Efrîn, Kampa Hendarat, Cinderes û Hemayê beşdarî xebatên alîkariyê bûn kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şêwirmendê Rêberê Dînî yê Îranê Mucteba Xameneî û fermandarê berê yê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê, Tumgeneral Muhsen Rezayî ragihand ku Îran ew ê bi mûşek û dronan bersiva her êrişeke Emrîkayê bide.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku şêweyekî xwezayî yê hewayê yê El Nîno, ku dê germahiyê li cîhanek ku jixwe di bin zexta guherîna avhewayê de ye, hêj bêtir zêde bike, dibe ku di nav çend hefteyan de dest pê bike.
Di meha Gulanê de li Spanyayê ji ber germahîyê hejmarê mirinan gihîşt asteke bilind. Li welat tenê di nav mehekî de 101 kesan ji ber hewaya germ canê xwe ji dest dan.
Li paytext Delhîya Nû ya Hîndistanê di otêlekî de şewat derket, di encama şewatê de 21 kesan canê xwe ji dest dan.