Derbarê serdana Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a Amerîkayê ya ku tê plankirin di 9ê Gulanê de bê kirin, ji rêveberiya Amerîkayê daxuyaniyek hat.
Şêwirmendê Ragihandina Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di balafirê de li ser rêya New Yorkê bi Serokê Amerîkayê Biden re bersiv da pirsên rojnamevanan.
Kirby ji pirsa "Li bendê ye ku Serokkomar Erdogan di nav du hefteyan de serdana Qesra Spî bike. Erdogan roja şemiya borî mazûvaniya Serokê HAMASê kir. Gelo ev wê bibe mijara gotûbêjan? An wê serdanê siya xwe bigire?" re got, "Tiştekî di derbarê serdana Serokkomar Erdogan de tune ye. Ji ber vê yekê di vê mijarê de tu şîroveya min tune."
Kirby diyar kir ku ew ê "Emê axaftina li ser hevdîtinên xwe ji Erdogan re bihêlin" û wiha got, "Me helwesta xwe ya li hemberî HAMAS'ê, kî ne û nûnertiya wan dike gelekî zelal e. Ez vê mijarê li vir dihêlim."
Hat diyarkirin ku piştî hevdîtina Serokkomar Erdogan a bi Serokê HAMASê Îsmaîl Heniyye re, lobiya Rejîma Siyonîst ji ber ku wê di hilbijartinan de wêneyê Erdogan-Bîden li dijî wan be, hewl da ku rê li ber ziyareta Amerîkayê ya ku tê plankirin di 9ê gulanê da bê kirin, bigre.
Her wiha dihat îddîakirin ku lobiya rejîma sîyonîst heta kêliya dawî ji bo betalkirina vê hevdîtinê bi hemû hêza xwe wê bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Leşkerekî îşxalkerîyê yê ku li bajarê Tulkarm ê Şerîeya Rojava di pevçûna bi mucahidîn re bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
Yekîtiya Afrîqayê (AfB) ragihand ku ew êrîşên dawî yên îsraîlê ya li dijî bajarê Refaha li başûrê Xezzeyê "bi tundî şermezar dikin".
Di encama teqîna ku lu Bedahşana wilayeta Efxanistanê pêk hat de 3 polîs jiyana xwe ji dest dan, 5 polîs jî birîndar bûn.
Ofîsa Medyaya Hikumeta li Xezzeyê, diyar kir ku cenazeyên 49 Filistîniyên ku ji teref rejîma îşxalker a sîyonîst ve di êrîşa Nexweşxaneya Şîfayê de hatibûn qetilkirin hatin dîtin.