Iraqê diyar kir ku ji bo îddîaya ku Erebistana Siûdî ji axa wê ve hatiye hedefgirtin piştrast bike ti delîl nehatiye pêşkêş kirin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Alî Zeydî got, "Me delîl xwest ku nîşan bidin Erebistana Siûdî ji axa me hatiye hedefgirtin, lê me tu bersiv negirt."
Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Alî Falih el-Zeydî roja Çarşemê serdana baregeha Hêzên Seferberiya Gel kir û ferman da ku ji malbatên kesên ku canê xwe ji dest dane re rêz were girtin û ji birîndaran re lênihêrîna tenduristî ya tam were peyda kirin.
Nivîsgeha Çapemeniyê ya Serokwezîriyê di daxuyaniyekê de ragihand: "Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Alî Falih ez-Zeydî îro, roja Çarşemê, serdana baregeha Hêzên Seferberiya Gel (PMF) kir û bi serokê rêxistinê û komek fermandar û berpirsên ewlehiyê re civiya."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Zeydî li ser êrîşên ku îro serê sibê li Iraqê qewimîn, ku di encamê de li çend wîlayetan hinek endamên Hêzên Seferberiya Gel mirin û birîndar bûn, guhdarî kir."
Serfermandariya Giştî ragihand ku hikûmeta Iraqê derbarê îddîayên xwe yên ku dibêjin êrîş ji axa Iraqê hatine kirin de delîl xwestiye, lê ti alî tiştek pêşkêş nekiriye ku van îddîayan piştrast bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bakurê Pakistanê di êrîşeke çekdarî de 9 poêîs hatin kuştin û 28 kes jî birîndar bûn.
Li bendera Damietta ya Misrê, di teqînekê de du keştî zirar dîtin.
Sîyonîstan tevahiya şevê li gelek bajar û bajarokên Şerîaya Rojava ya îşxalkirî êrîşên hevdem pêk anîn. Mal bûn hedef û êrîşên çeteyên Cihûyan berdewam kirin; li Beytlehmê, malek hate şewitandin û malbateke heşt kesî hate tehliyekirin.