HAMAS: Kuştina rêveberê ewlehiya navxweyî sûcekî şer e ku armanca wê belavkirina kaosê ye
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMASê tekez kir ku kuştina Tuxgeneral Naîm Muhammed Ebû Nahal, Midûrê Giştî yê Ewlekariya Navxweyî ya Şerîda Xezzeyê ji aliyê sîyonîstan ve sûcekî şer e.
Tevgerê diyar kir ku kuştina Tuxgeneral Naîm Muhammed Ebû Nahal, Rêveberê Giştî yê Xizmeta Ewlekariya Navxweyî ya Şerîda Xezzeyê, ji aliyê rejîma îşxalker ve li rojavayê bajarê Xezzeyê sûcê şer e û bal kişand ser wê yekê ku hêzên îşxalker bi hedefgirtina karmendên ewlehiyê û polêsên sivîl li Şerîda Xezzeyê kaosê belav dikin.
Di daxuyaniyek çapemeniyê de, Hamasê xemgîniya xwe ji ber şehîdbûna Ebû Nahal anî ziman û rola wî di parastina ewlehiya navxweyî de di dema Şerê Xezzeyê de pesnê wî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kuştina memûrên ewlehî û polêsan bandor li civak û ewlehiya Filistînê kiriye û di çarçoveya berdewamiya hedefgirtina sivîlan û binesaziya sivîl li herêmê, tevî peymana agirbestê, pêk hatiye.
Hamasê bang li welatên ku rêkeftin garantî kirine kir ku tavilê mudaxele bikin da ku kuştinan rawestînin û rejîma îşxalker neçar bikin ku sozên xwe bicîh bîne, û ji saziyên navneteweyî xwest ku ji bo hesabpirsîna rêberên sîyonîst ên berpirsiyarê van kuştinan tedbîran bigirin. Hamasê tekez kir ku kuştina Ebû Nahal dê biryardariya Filistîniyan a ji bo parastina yekîtî û ewlehiya navxweyî kêm neke.
Wezareta Karên Hundir û Ewlekariya Neteweyî ya Xezzeyê ragihand ku Ebû Nahal ê 50 salî di êrîşa hewayî ya sîyonîstan de li rojavayê bajêr şehîd bûye. Artêşa îşxalker û saziya ewlehiyê ya Şîn Betê di destpêkê de daxuyaniyek dan û îddîa kirin ku wan serokê payebilind ê Hamasê hedef girtiye; lê paşê, serokê hikûmeta îşxalker a sûcdar, binyamîn Netanyahu, û wezîrê şer ê sîyonîstan Îsraîl Katz, kuştina Ebû Nahal piştrast kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Cavaya Rojava ya Endonezyayê, di encama lehiya li kana zêran a qaçax de 3 karkeran canê xwe ji dest dan û ji bo rizgarkirina 23 kesên ku di bin erdê de asê mane xebat berdewam dikin. Bûyer şeva duşemê li herêma Bogorê piştî barana zêde û rabûna Çemê Ciseureuhê rû da; 11 karker beriya ku av tije bibe karîn xwe rizgar bikin.
Çînê keştiya fezayê ya Shenzhou-24 bi tîmeke ji du Çînî (Tang Hongbo û Wu Yi) û astronotekî Pakistanî (Muhammed Zişan Elî) pêk tê şand fezayê. Ev erk cara yekê ye ku astronotekî biyanî di bernameya fezayê ya Çînê de ber bi îstasyona fezayê ve tê şandin.
Li Cartagena ya Kolombiyayê krîzeke rehîneyan diqewime. Êrîşkarên çekdar ketin supermarketa Exito ya li navenda kirînê ya Paseo de la Castellana û 25 kes rehîn girtin.