HAMAS: Her êrîşeke li dijî Qudsê, dawîya rejima sîyonîst nêz dike

Endamê Biroya Sîyasî yê HAMASê û Mesulê Karên Qudsê Harun Nasiruddîn, bal kişand ku berxwedana gelê Qudsê wê projeyên sîyonîstan beredayî bike. Nasiruddîn, bang li ummetê kir ku xwedî li Mescîdî Eqsayê derkevin.
Endamê Biroya Sîyasî yê HAMASê û Mesulê Karên Qudsê Harun Nasiruddîn, ji êrîşên rejima îşxalker ên li dijî Quds û Mescîdî Eqsayê re bi tundî bertek nîşan da. Berxwedana ku gelê Qudsê digel wêrankirin, sirgûn û zextan nîşan didin, bi zelalî nîşan dide ku planên îşxalê wê neserfiraz bibin.
Nasiruddîn di daxuyanîya xwe ya ku da de weha got, “Biryarî û sebra gelê Qudsê, îradeyeke ku ew ê hemû teşebûsên îlhaqkirin, tehcîr û cihûyîkirinan beredayî derxe temsîl dike. Çi dibe bila bibe ew ê van planan nekevin merîyetê.”
Nasirûddîn destnîşan kir ku herba dînî ya rejima sîyonîst ku Mescîdî Eqsayê û Qudsê hedef digre gihaştîye asteke talûketir, “Her êrîşeke nû, dawîya vê îşxalê nêztir dike. Het teşebûsekî ku Qudsê û pîrozbahîyên me hedef digre, wê jêbirina ji van axan a hebûna sîyonîstan leztir bike.”
Harun Nasirûddîn bang li alema Îslamê û Ereban jî kir û weha got, “Divê ummet, ji bo mîraca Pêxemberê xwe hêrs bibe, mesulîyetan bigre ser milê xwe û hemû alîkarîyan bike. her êrîşeke li dijî Mescîdî Eqsayê, êrîşeke ji hemû rûmeta ummetê re ye.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullahê Şêx Naîm Qasim di axaftina xwe ya salvegera şehadeta yek ji fermandarên xwe yên payebilind Elî Karakî de ragihand ku ew ê li dijî rejîma sîyonîst micadeleya xwe bidomînin.
HAMASê bang li cîhanê kir ku bi meşên mezin û zextên sîyasî bertekek li dijî polîtîkayên qirkirin û birçîkirina rejîma sîyonîst ên li Xezzeyê nîşan bidin.
Hanzala, keştiya nû ya Flotîla Azadiyê, ku dê ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo Xezzeya ku di bin dorpêça rejîma sîyonîst de ye, bi rê bikeve, piştî temamkirina amadekariyên xwe yên dawîn, dê di 20ê Tîrmehê de ji Bendera Galîpoliyê derkeve.
Li bajaroka Yabuda Cenînê Amr Kabhaya 13 salî di gulereşandina îşxalkeran de şehîd bû. Midexeleya ambûlansê hat astengkirin, bav Kabha jî ji teref leşkeran ve hat derbkirin û êsîrgirtin.