Fermandarîya Navendî ya Hêzên Çekdar ên Îranê dawî li operasyonên xwe yên li dijî rejîma îşxalker anî
Fermandariya Navendî ya Hêzên Çekdar ên Îranê, Xetem el-Enbîya, tekez kir ku eger rejîma îşxalker êrîşên xwe yên li ser Lubnanê ji nû ve dest pê bike, bersiva Tehranê ew ê tundtir be.
Di daxuyaniyekê de ji aliyê Fermandariya Xetem el-Enbîya ve hat ragihandin ku Hêzên Çekdar ên Îranê operasyona xwe ya leşkerî li dijî rejîma îşxalker temam kirine, lê hişyarî hat dayîn ku heke êrîş li ser Lubnanê ji nû ve dest pê bikin, Tehran ew ê bi tundî bersiv bide.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, daxuyaniya baregeha leşkerî ev tişt dihewîne:
"Piştî êrîş û kiryarên dijminane yên ku rejîma sîyonîst a bêrehm, bi piştgiriya Emrîkayê, li Başûrê Lubnanê û herêma Dahîya pêk anîn, Hêzên Çekdar ên bihêz ên Komara Îslamî ya Îranê derbeyek tolhildanê ya bi êş li vê rejîmê dan. Li ser vê bingehê, hate ragihandin ku operasyonên hêzên çekdar hatine rawestandin. Lêbelê, tê tekez kirin ku heke êrîş û kiryarên dijminane, di nav de li Başûrê Lubnanê jî heye, berdewam bikin, ew ê tedbîrên pir dijwartir û wêrankertir ji yên berê werin girtin."
Êvara 7ê Hezîranê, Îranê li hember kiryarên rejîma îşxalker êrîşên mûşekî pêk anî. Tehranê berê hişyarî dabû ku ger rejîma îşxalker êrîşî paytexta Lubnanê bike, ew ê bersivê bide. Di şeva 8ê Hezîranê de, rejîma îşxalker li dijî Îranê êrîşeke dijber da destpêkirin û tesîsên leşkerî yên li herêmên rojava û navenda welat hedef girt. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Partiya Ermenistana Pêşerojê ya karsaz Gagik Tsarukyan nekaribû ji benda ji sedî 4 derbas bibe û bi vî rengî mafê ketina parlementoyê bi dest nexist.
Êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê digel peymana agirbestê jî berdewam dikin. Di êrîşên ku di 24 saetên dawî de hatine kirin de 9 Filistînî şehîd bûn û 43 jî birîndar bûn.
Parêzerê wî, Nasser Awdeh, diyar kir ku Dr. Husam Ebû Safiye, ku di zindanên rejîma sîyonîst de ye, di hucreyên yekkesî de hatiye bicihkirin û tevî pirsgirêkên tenduristiyê yên giran, ji lênihêrîna tenduristî û pêdiviyên bingehîn bêpar e.