Fermandarê Hêza Qudsê Qanî: Berxwedanê cepheyeke yekgirtî ava kiriye ku dikare derbên girîng lê bide
Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê, Tûxgeneral Îsmaîl Qanî, di gotarekê ku ji bo serokên Emrîkayê hate kirin de, diyar kir ku "berxwedanê cepheyeke yekane ava kiriye û ji ber vê yekê divê ew nekevin nav xapandineke mezin."
Qanî li dijî şaşiyên hesabên Amerîkî hişyarî da û tekezî li ser yekîtiya cepheya berxwedanê li deverên cûda kir.
Li gorî Tasnimê, fermandarê Hêza Qudsê Tûxgeneral Îsmaîl Qanî got, "Serokên kurtbîn ên Emrîkayê, ji bo ku ji hesabkirinek xelet dûr bikevin, divê bizanin ku îro tevahiya berxwedan cepheyek yekgirtî ye û di deverên xwe de yekîtî heye; ji ber vê yekê, kûrahiya cepheyê bi dûrahiya çekan hesab nekin, lê kûrahiya berxwedanê lê zêde bikin, wekî din rewş ew ê li Hurmuzê veguhere pevçûna çekdarî û rizgarkirina Bab el-Mandebê bi berxwedanê."
Qanî, behsa rola Netanyahu di şerê Emrîkayê li dijî Îranê û encamên wê li Tengava Hurmuz û Bab el-Mendebê kir û got: "Serokê xudperest ê Emrîkayê, bi baweriya bi gotinên şeytanê xapînok ê Netanyahu, dest bi qumarê şer bi Îranê re kir, ku di encamê de navûdengê 250 salî yê Emrîkayê hate firotin û Tengava Hurmuz winda bû. Bi serhişkiya xwe ya li Hurmuzê, Cepheya Berxwedanê bi jîrî windakirina Tengava Bab el-Mendebê li ser Emrîkayê ferz kir. Piştî peyama Rêber, heke Emrîka qumarê xwe di şer de berdewam bike, Cepheya Berxwedanê ya bihêz ew ê bi hesabkirinek jîr bikaribe derbên wêranker li Emrîkayê bide, hem di pîvanê de û hem jî di kûrahiyê de."
Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xameneî roja Çarşemê serê sibê got, "Xurtkirina serwerî û yekîtîyê li deverên Filistîn, Lubnan, Iraq û Yemenê mizgîniya bilindkirina ala rastiyê û amadekariya ji bo pergala cîhanî ya nû ye." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêberê Mezin ê Şoreşa Îslamî ya Îranê, Ayetullah Seyyîd Mucteba Xameneî di peyamekê de ku bi minasebeta 13ê Ebanê hatiye belavkirin, li dijî Emrîkayê tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya berxwedanê kir.
Hejmara şehîdên Filistînî yên ku di êrîşên qirkirinê yên li ser Xezzeyê de ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve şehîd bûne gihîştiye 74.618an. Di 48 saetên dawî de 3 şehîd û 21 birîndar rakirine nexweşxaneyan, bi vî awayî hejmara tevahî ya şehîdan ji dema ku agirbest di 11ê Cotmeha 2025an de dest pê kir, gihîştiye 1.602an.
Di êrîşeke çekdarî de li wîlayeta Washingtonê sê kes hatin kuştin û du polês birîndar bûn.