Ew ê li Qudsê dengê azanê were qutkirin: Pêşnûma di meclîsê de derbas bû
Meclîsa rejima îşxalker, pêşnûma qanûna ku dibêje di aparloyên camîyên li Qudsê û axên Filistîna 1948an ên îşxalkirî de azan were qedexekirin, di xwendina pêş de hat qebûlkirin.
Derheqê vê meseleyê de jî ji teref Hamasê ve daxuyanîyek hat dayîn û ev qebûlkirinê wek “Herba dîn a li hember nasnameya Îslamî ya Filistînê tê meşandin” wesifand.
Pêşnûmaya ku ji teref Partîya Hêza Cihûyî ku di bin serokatîya wezîrê ewlehîya netewî ya sîyonîstan Ben-Gvir e ve de hatibû dayîn, di meclîsa ku 150 kursî hene de bi 50 dengên “Erê” û 36 dengên “Na” ve merhaleya ewil derbas kir. Ji bona ku ev pêşnûma bibe qanûn piştî pêvajoya komîsyonê divê ji sê dengdayînên cuda jî derbas bibe.
Li gorî vê pêşnûmaya ew ê azan di aparloyan de were qedexekirin, dema ku ev qedexe neyê gohdarkirin midexele ji camîyan re were kirin, wê dest bê dayîn li ser aparloyan û ji bona ku li gorî qanûnê nehatîye tevgerandin cezaya pereyê were birîn.
Li gorî pêşnûmayê ew ê ji mizgeftên ku li gorî qanûnê tevnegerin re hetanî 50 şekelê wê dikaribin cezayê lê bibirin.
Hamasê jî di daxuyanîya ku da de, îfade kir ku ev pêşnûmaya qanûnê “exlqeyeke nû ya herba dîn” a li hember gelê Filistînê, Mescîdî Eqsa, pîrozbahîyên dinê yên Îslamê û nasnameya Filistînê ye.
Di dawîya daxuyanîyê de banga parastina axên pîroz hat kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Qeterê ragihand ku di danûstandinên nerasterast ên li Dohayê di navbera Emrîka û Îranê de hatine lidarxistin, pêşketin çêbûye.
Xezze, di pêvajoya dorpêç û êrîşa ku gihîştîye 1000 rojî de tenê herêma qetlîamek û qirkirinek nîne, ew ji erdnigarîyeke felaketê ya ku sîstema tenduristîyê hilweşîyaye, binesazî hatîye tunekirin, birçîbûnî belav bûye û bingeha demografîk hatîye guhertin re vegerîyaye. Bêtesîrbûna sîstema navneteweyî jî krîzê kûrtir kirîye.
Li bakurrojhilata Taylandê, şofêrekî ciwan bi qamyonetê li ser 8 keşeyên Budîstan derbas bû û wan kuşt, 13 kes jî birîndar bûn.
Dîrektorê Herêma Efrîqaya Bakur û Rojhilata Navîn a Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî Nicola von Arx, destnîşan kir ku rewşa ku li Xezzeyê ye gihîştîye asta ku nayê qebûlkirin, wêranî û êşên ku sîvîl dijîn li gorî hiqûqa însanî ya navneteweyî nîne.