Ensarullahê Yemenê, diyar kir ku ew li Kendava Adenê, Okyanûsa Hîntê û Behra Ummanê 3 keştîyên aîdê rejîma sîyonîst hedef girtine.
Berdevkê Hêzên Çekdar yê Ensarullahê Yehya Serî, di daxuyanîya ku belav kir de bal kişand keştîya ewil li Kendava Adenê “MSC DIEGO”, ya duyemîn jî “MSC GINA” ji du keştîyên sîyonîstan re operasyonê li dar xistin.
Serî, destnîşan kir ku ev operasyon bi gelek fuzeyên balîstîkî û dronan hatîye kirin.
Serî diyar kir ku xeyn ji vana ew keştîya "MSC VITTORIA"yê jî hedef girtine, serê ewil di Okyanîsa Hîntê de li keştîyê xistine dûre jî di Behra Ummanê de îsabet kirine.
Hat ragihandin van operasyonan ji bona ku ji berxwedana xelkê Xezzeyê re destek bê dayîn hatine lidarxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xameneî ji ber qezaya koça dawî ya Serokomar Îbrahîm Reîsî, Emîr Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve û Ayetullah Mihemed Elî Haşim 5 roj şîna neteweyî îlan kir û peyama sersaxiyê parve kir.
Li Libnanê ji ber ketina helîkopterê li Îranê 3 roj şîn hat ragihandin.
Hêzên îşxalker 14 roj in Deriyê Sînor ê Refahê û deriyê Kerem Ebû Selîm ên li başûrê Xezzeyê girtî dihêlin.
Çeteya rejîma sîyonîst, li gundê Madamaya başûrê Nablusê zarokekî desteser kir.