Hereketa Ensarullahê Yemenê, diyarkirin ku di li Kendava Adenê keştîyekî rejîma îşxalker a sîyonîst xistine.
Berdevkê Ensarullahê Yemenê Yehya Serî, derheqê operasyonê de daxuyanî da, di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ew li Kendava Adenê keştîyekî rejîma îşxalker a sîyonîst a bi navê "MSC Darwîn" bi fuze û balafirên bêfirok hedef girtine.
Serî got ku ew Eîlata ku bajareke qeraxî ya li Başûra erdên di bin îşxalkirî de ye bi fuzeyan hedef girtine û Serî ragihand ku hedef îsabet girtîye.
Serî bal kişand û got ku heta êrîşên li dijî gelê Filistînê nesekine wê êrîşên wan ên li ser keştîyan jî nasekine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Belucistana Pakistanê 7 berber, di mala xwe de dema ku di xew de bûn di encama êrîşekî de canê xwe ji dest dan.
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyarkir ku ji ber êrîşên rejîma îşxalker a 6ê Gûlanê, 80 hezar kes ji Refahê derketin.
Balafirên herbê yên sîyonîstan, li Şamê hinek herêman bombe kirin û bûn sedema zerarên meddî.
Artêşa îşxalker a sîyonîst, qebûl kir ku di çalakîya Hîzbullahê de leşkerekî îşxalker mirîye.