Ensarullahê, li Yemenê baregehên leşkerî yên Siûdî hedef girt
Ensarullah a Yemenê ragihand ku wan li herêma Muhayê leşker û qeyikên Siûdî hedef girtine.
Berdevkê Ensarullahê Yahya Serî di daxuyaniyekê de ragihand ku îşev li dijî deverên ku leşker û cebilxaneya Siûdî lê kom bûne êrîşek hatiye kirin.
Serî diyar kir ku leşkerên Erebistana Siûdî, wesayît û qeyikên wan li herêma Muhayê bi mûşekên balîstîk hatine hedefgirtin, û da zanîn ku di êrîşê de mirî û birîndar hene û wesayît jî hatine îmhakirin.
Serî got ku êrîşên li dijî hêzên Siûdî li Yemenê wê berdewam bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî agahiyan, artêşa îşxalker û ajansa îstîxbarata biyanî ya Mossadê dîtine ku leza ji nû ve avakirina şiyanên leşkerî yên Îranê piştî destpêkirina şer di sala 2026an de ji ya ku dihat hêvîkirin pir zêdetir bû, û bi taybetî vejîna bilez a hilberîna mûşekên balîstîk careke din tehdîdek cîddî li ser Tel Avîvê diafirîne.
Berdevkê Hamasê Hazim Qasim got ku îddîayên rejîma îşxalker ên ku dibêjin tevgerê peymana agirbestê îxlal kiriye û çalakiyên leşkerî ji nû ve dest pê kiriye, propagandayek e ku armanc dike îxlalkirina peymanê ji hêla îşxalkeran ve rewa bike û li dijî Hamasê nerazîbûnê çêbike.
Li paytexta Misrê Qahîreyê, di encama teqîna silindireke gaza helyûmê de, sê kes canê xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.